FKÊ banga beşdariya li çalakiyên 1'ê Mijdarê li Kurdên Êzidî kir

FKÊ banga beşdariya li çalakiyên 1'ê Mijdarê li Kurdên Êzidî kir

Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê, bang li Kurdên Êzidî kir ku li her cihê lê ye beşdarî meşên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê bibin.

Hevserokê Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) Alî Atalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li Kurdên Êzidî kir ku beşdarî çalakiyên 1'ê Mijdarê yên ji bo Kobanê bibin.

Di daxuyaniya FKÊ de hat gotin, "Kobanê û Şengal, ji bo yekîtiya neteweyî, berxwedan û avakirina pêşeroja azad veguherîne nîşaneyê" û hat destnîşan kir, ku ji ber vê yekê bi însiyatîfeke navneteweyî re 1'ê Mijdarê weke Roja Kobanê hatiye îlankirin.

FKÊ ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê ji ber dawiya wan nêz bûye giranî daniye ser êrîşên xwe yên li hemberî Kobanê û Şengalê û hat gotin, "Heta ku ev çete ji ser xaka Kurdistanê neyê avêtin û qewirandin, hişyarî û hestyariya me wê ti carî kêm nebe. Ji ber vê yekê divê tevahiya gel û dostên me tevlî çalakiyên 1'ê Mijdarê bibin."