Fermandariya YPG'ê: Alîkariya çekan bi awayekî serketî gihaştiye hêzên me
Fermandariya YPG'ê: Alîkariya çekan bi awayekî serketî gihaştiye hêzên me
Fermandariya YPG'ê: Alîkariya çekan bi awayekî serketî gihaştiye hêzên me
Fermandariya Giştî ya YPG'ê da xuyakirin ku alîkariya çekan a hêzên koalîsyonê ji hewayê kir, bi awayekî serketî gihaştine hêzên wan ên li herêmê û yek ji 2 pakêtên ji ber rabûna ba li herêmên din ketin jî, hat îmhakirin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê alîkariya çek, cebilxane û dermanan a hêzên koalîsyonê di êvara 20'ê Cotmehê de ji bo Kobanê kir de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê diyar kir ku alîkariya çek û cebilxaneyan bi awayekî serketî li herêma Kobanê gihaştine hêzên YPG/YPJ'ê û got, "Çekên girîng, gelek cebilxaneyên çekên giran û şexsî, derman û hin alavên eskerî bi tevahî 26 pakêt bi saxlemî gihîştin destê hêzên me."
Fermandariya Giştî ya YPG'ê her wiha diyar kir ku êvara alîkarî dihat kirin, ji ber rabûna ba 2 pakêt li herêmên din ketine û ji van pakêtan yek jê hatiye îmhakirin.