Fermandarê YPG’ê Hemo: Hesabên Tirkiyeyê bi ser neketin
Fermandarê YPG’ê Hemo: Hesabên Tirkiyeyê bi ser neketin
Fermandarê YPG’ê Hemo: Hesabên Tirkiyeyê bi ser neketin
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi teqwiyekirina hêzên xwe êrîşî Kobanê dike. Hemo destnîşan kir ku şervanên YPG û YPJ li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke mezin nîşan didin û têkildarî hatina pêşmergeyan got: “Em ê bi hev re şerekî mezintir li dijî DAIŞ’ê bimeşînin.” Hemo da zanîn ku Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) dikare li eniyên din li dijî DAIŞ’ê şer bike û bi vî rengî dikare alîkariya berxwedana Kobanê bike. Hemo bal kişand ser nêzîkatiya dewleta Tirk û diyar kir ku hesabên Tirkiye bi ser neketin.
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo bi rêya telefonê beşdarî bultena nûçeyan a Med Nûçe TV bû û got: “Çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe yên li ser Kobanê, bi hemû hêzên xwe ve û heta sivîlan jî tevlî şer dikin û didomînin.” Hemo hatina hêzên pêşmergeyan jî weke pêngaveke erênî nirxand û got: “Em ê bi hev re li dijî çeteyên DAIŞ’ê şerekî mezintir bimeşînin.”
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo diyar kir ku ev 41 roj in li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa tê meşandin û got ku gelê Kurd ji roja destpêkê ya êrîşan û vir ve berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Hemo wiha axivî: “Niha li Kobanê şer bi dijwarî didome. Çeteyên DAIŞ’ê, hemû hêzên xwe ve êrîş dikin û heta sivîlan jî tevlî şer dike.”
Hemo da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê bi binketinê re rû bi rû ne û hêzên YPG û YPJ her roja ku diçe pêşdetir dikin. Hemo bal kişand ser girîngiya xurtkirina berxwedanê û diyar kir ku berxwedana li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedaneke mezin e û got: “Berxwedana li Kobanê çawa berxwedana berxwedêrên Kobanê ye, ewqas jî berhema berxwedana gelê me ye jî.”
EM HATINA PÊŞMERGEYAN ERÊNÎ DIBÎNIN
Hemo diyar kir ku ew hatina hêzên Pêşmerge ji bo Kobanê erênî dibînin û wiha peyivî: “Divê pêşmergeyên Kurdistanê li her deverên Kurdistanê ji bo parastinê alîkarî bide hemû Kurdan. Di serî de li Şengalê û li gelek deverên Başûrê Kurdistanê hêzên me û pêşmerge bi hev re li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Em hatina wan di cih de dibînin û erênî dibînin”.
Hemo da zanîn ku wê hatina pêşmergeyan moraleke mezin be û got: “Em ê bi hev re li dijî çeteyên DAIŞ’ê şerekî mezintir bimeşînin.”
‘HIN KOMÊN GIRÊDAYÎ AAS LI GEL ME ŞER DIKIN’
Hemo bal kişand ku ew hatina Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) bi awayekî erênî dinirxînin û got: “Hin komên girêdayî AAS jixwe li gel me şer dikin. Di van demên dawiyê de hevdîtin bi YPG’ê re kirin. Ew jî dikarin li Kobanê şer bikin.”
‘AAS LI ENIYÊN DIN ŞER BIKE BÊ BAŞTIR BE’
Hemo bi bîr xist ku DAIŞ ne tenê êrîşî Kobanê dike û diyar kir ku hebûna DAIŞ’ê ya li Minbic, Cerablus û Reqqayê jî berdewam e û got: “Ger dixwazin alîkariya YPG’ê bikin, bila li Minbic û Cerablusê êrîşî DAIŞ’ê bikin. Dikarin eniyeke din vekin. Wê baştir be.”
Hemo bal kişand ku hêzên Cebhet el Ekrat û Bûrkan el Firat ên di nava AAS jixwe li Kobanê li gel hêzên YPG û YPJ’ê, li dijî DAIŞ’ê şer dikin û got ku divê AAS herêmên xwe bi awayekî baş biparêze. Her wiha, Hemo diyar kir ku AAS bi awayekî erênî nêzîkî Şoreşa Rojava dibe.
TIRKIYE KURDÊ AZAD Û SERKEFTÎ NAXWAZE
Hemo bal kişand ku dewleta Tirk ji destpêkê ve siyasetek li dijî Şoreşa Rojava dimeşîne û da zanîn ku ev siyaseta xwe berdewam dike. Hemo got: “Tirkiye ji destpêkê ve destekê dide komên çete yên ku êrîşî me dikin. Em gelek caran ji raya giştî ya navneteweyî re ragihand ku Tirkiye destekê dide çeteyan. Niha êdî hemû cîhan vê yekê dibîne. Me bi dehan car piştrast kir ku Tirkiye ji bo çeteyan sînorên xwe vekiriye. Aşkera bû ku Tirkiye wan perwerde dike. Hemû çeteyên ji derve tên li ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriye û Rojava dibin.”
Sîpan Hemo binê wê yekê xîz kir ku Tirkiye texmîn nedikir ku wê Kobanê evqas li ber xwe bide û wiha berdewam kir: “Wê Kobanê careke bin weke wan dixwest lê bihata. Piştî ku dîtin tişta ku hêvî dikirin pêk nehat, niha jî dixwazin bixin bin berjewendiyên xwe. Ji ber vê jî dixwazin li gorî dilê xwe koman bişînin Kobanê. Ger Tirkiye dixwaze Kobanê nas bike, bila destekê bide şervanên li vir. Lê destek nade, berevajiyê vê yekê desteka gelê Bakurê Kurdistanê ya ji bo Kobanê asteng dike.”
Hemo ragihand ku Tirkiye di şexsê Kobanê de, dixwaze Kurdên ku ber bi serkeftin û azadiyê ve diçe asteng bike û wiha domand: “Pêşî dibêje YPG û piştre dibêje bila Kurd nebin. Dibêjin destpêkê bila yekpariya Sûriyeyê hebe û dixwazin di bin navê Ereban de Kurdan tune bikin. Em ji destpêkê ve dibêjin. Kobanê herêmek a Kurdan e. Plana Tirkiyeyê bi rêbazên cuda berdewam dike, lê wê bi ser nekeve.”
Hemo bi bîr xist ku ne Rojava û ne jî hêzên YPG û YPJ tu ziyanek nedane Tirkiyeyê û got ku wê nedin jî. Hemo wiha axivî: “Lê ew bi awayekî din nêzîkî me dibin. Ger Tirkiye vê desteka xwe ya ji bo çeteyan bidomîne, ew ê bi xwe ziyanê bide xwe û ev hesabê wan wê bi ser nekeve.” Hemo bal kişand ser gotûbêjên weke “Bila ev kom biçe yan jî ew kom biçe Kobanê” ya dewleta Tirk û destnîşan kir ku li pişt van nîqaşên hesabên din ên dewleta Tirk hene û got: “Haya me ji van hesaban heye.”