Ferhenga Zaravayên Teknîkî di ‘Google Store’ de ye
Ferhenga Zaravayên Teknîkî di ‘Google Store’ de ye
Ferhenga Zaravayên Teknîkî di ‘Google Store’ de ye
Kurdiya ku dewleta Tirk bi destûra bingehîn, qanûn û rêvebernameyan dorpêç kiriye li her qada jiyanê belav dibe. Versiyona dîjîtal a Ferhenga Zarayên Teknîkî ji aliyê KURDÎ-DER û Odeya Mîmar û Muhendîsan a Tirkiye (TMMOB) ve hat amadekirin.
Ferhenga piştî amadekarî û xebateke demdirêj hat amadekirin 4 hezar têgînan digire nav xwe û bi Tirkî-Kurdî-Îngîlîzî hat amadekirin.
Endamê KURDÎ-DER û TMMOB Muhendîsê Elektrîk-Elektronîkê Hasan Guneylî diyar kir ku di destpêkê de 500 têgîn neqlî versiyona dîjîtal kirine û got ku di demeke nêz de wê tevayî têgînan bicih bikin.
Hûn dikarin bi rêya adresa jêr xwe bigihênin Ferhenga Zaravayên Teknîkî
https://play.google.com/store/apps/details?id=com.wFerhengaZaravan