Ev gir girê temaşekirinê ye!

Ev gir girê temaşekirinê ye!

Girên jê nuqteyên pevçûnê tên dîtin, veguherîne girê temaşekirinê. Girê Medresatê ku hem pevçûnên li eniya rojava hem jî yên li eniya rojhilat bi zelalî tên dîtin, bi roj tijî mirov e.

Berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di roja 38. de ye. Girên li pêşberî Kobanê jî tijî mirov in. Girê Medresatê ku li jorê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ye û eniyên rojava û rojhilat jê tên dîtin, yek ji van giran e. Li qada ku li aliyekî berxwedan lê heye, li aliyê din çalakiya nobedê lê dewam dike, hin mirov ji bo pevçûnên li pêşberî xwe temaşe bikin, berê xwe didin ser vî girî. Gelek endamên medyayê jî ji ser vî girî bûyerên dawî ji navendên xwe re radigihînin. Ev gir danê sibê bi "temaşevanên şer" tijî dibe.

HEMÛ BÛNE PISPORÊ ŞER!

Girseya gel a bi dûrbînan tê ser gir, bi baldarî li herêma pêşberî xwe temaşe dike, li ser bûyeran şîroveyan dike û mîna pisporên şer şîroveyan dike.

Her wiha welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man bên Pirsûsê jî diçin vî girî. Lê belê ew ne li şer, ji bo li bajar û mirovên xwe yên li dû xwe hiştine binêrin ka di çi halî de ne, tên.