Êrîşa DAIŞ'ê hat şikandin

Êrîşa DAIŞ'ê hat şikandin

Di roja 44. a êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de şer û pevçûn bi dijwarî dewam dikin. Êrîşa çeteyan a duh êvarê li rojhilatê bajêr hat şikandin û şervanên YPG/YPJ'ê derbên giran li wan dan.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û berxwedana YPG/YPJ û gelê Kobanê li hemberî van êrîşan, di roja 44. de ne. Li bajarê ku bênavber pevçûn lê diqewimin, duh bi şev çeteyan ji eniya başûr êrîş kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê bersiveke tund dan çeteyan û êrîşa wan şikandin. Hat ragihandin ku çeteyan li vir windahiyên giran dane. Li eniyên rojhilat û başûr jî, şer û pevçûn dewam dikin.