Endamên Çandê ji bo parastina herêmê serî li Asayîşê dan
Endamên Çandê ji bo parastina herêmê serî li Asayîşê dan
Endamên Çandê ji bo parastina herêmê serî li Asayîşê dan
Li Tirbespiyê endamên Saziya Çand û Hunerê ji bo tevlî parastina herêmê bibin, serî li navenda Asayişê dan.
12 endamên Saziya Çand û Hunerê ya Tirbespiyê serî li navenda Asayîşê dan û diyar kirin ku, ew ji bo bi YPG’ê, YPJ’ê û Asayîşê re parastinê bikin dê li ser bendên kontrolê rawestin.
Endama Koma Şehîd Xebat Raperîn Mihemed Eta jî da zanîn ku, ew amadene ji bo parastina welatê xwe hemû tiştî bikin. Eta bang li hemû şêniyên Tirbespiyê kir da ku ji bo parastina bajarê xwe ji êrîşên çekdarên El-Nusra tevbigerin.
Rêveberiya Asayîşê gava endamên Saziya Çand û Hunerê silav kir.