Encamnameya civîna Rêveberiya Navendî ya HDP'ê aşkera bû

Encamnameya civîna Rêveberiya Navendî ya HDP'ê aşkera bû

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê destnîşan kir, ku berxwedana Kobanê bi tîpên zêrîn li dîrokê tê nivîsandin û hişyarî da ku xeteriya dagirkirina bajêr ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hînê dewam dike. 

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encamnameya civîna xwe ya 27'ê Cotmehê roja Duşemê ya li Enqereyê aşkera kir.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê di vê civînê de rewşa siyasî nirxand û xebatên wê bimeşîne destnîşan kir.

'KOBANÊ BI TÎPÊN ZÊRÎN HAT NIVÎSANDIN'

Di encamnameya civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê de hat bibîrxistin ku parastina cewherî ya li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê tê meşandin ketiye roja 44. û hat destnîşan kir ku berxwedan di rewşa heyî de bûye xwedî wesfeke dîrokî. Di encamnameyê de hat ragihandin ku mîna Madrîd a li dijî faşîzma Franco li ber xwe da û mîna Stalîngrad a li hemberî faşîzma Hîtler li ber xwe da, Kobanê jî bi berxwedana xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê re, di dîroka mirovahiya pêşverû de bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin û hat diyarkirin ku li gel berxwedana bi biryardariyeke mezin tê meşandin, xeteriya dagirkeriya bajêr ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve jî dewam dike. 

HDP'ê di encamnameyê de diyar kir ku îdîayên xurt ên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve, rewşa lezgîn a li Kobanê careke din raxistiye pêş çavan û destnîşan kir ku diyaloga nû ya navbera partiyên siaysî yên Kurd û Peymana Duhokê ji aliyê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê ve bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin. Desteyê da xuyakirin ku biryara naskirin û destekkirina Kantonên Rojava ji aliyê Parlamenta Federe ya Başûrê Kurdistanê, li ser vê bingehê alîkariya çekan a Hikûmeta Federe ya Kurdistanê ji Kobanê re şand pêşketinên erênî ne û ev rexne li hikûmeta AKP'ê kir:

'DIVÊ AKP ÊDÎ KATONÊN ROJAVA WEKE GEFEKÊ NEBÎNE'

"Hikûmeta AKP, di mijara vekirina korîdora alîkariyê ya ji bo Kobanê de hînê helwesta xwe ya derxistina astengiyan û belavkirina li demê, dewam dike. Ev helwest gihaştiye wê xefletê ku PYD û DAIŞ'ê mîna hev dibîne û PYD weke 'rêxistina terorê' îlan kiriye. PYD a ku bi ti awayî li dijî Tirkiyeyê şer nekiriye û di her firsendê de dostaniya xwe ya ji bo Tirkiyeyê ragihandiye, ti carî nayê qebûlkirin ku weke 'rêxistina terorê' bê îlankirin.

Divê hikûmet êdî Katonên Rojava yên bi rêveberiya cewherî ya gelên li Rojava tê birêvebirin, bes weke gefekê bibîne. Gefa rastî DAIŞ a talanker, qetlîemkar, tecawizkar û dijminê mirovahiyê ye, ku dixwaze tevî Tirkiyeyê li tevahiya cografya Îslamê serdest be. YPG û YPJ, li dijî van çeteyên ji çar aliyên cîhanê hatine anîn, mala xwe, canê xwe û bajarê xwe diparêzin. Li Kobanê berxwedaneke mirovahiyê tê nîşdanan."

ÇALAKIYÊN 6-8'Ê COTMEHÊ

Di encamnameyê de hat ragihandin ku der heqê kuştin û kiryarên kuştina bi dehan mirovên li ser "Hawara" Kobanê di 6-8'ê de derketin kolanan, ku yekser ji aliyê polîsan ve yan jî bi êrîşên lîncê yên bi kontrola polîsan hatin qetilkirin, ti lêpirsîn nehatiye destpêkirin û hat bibîrxistin ku bi sedan endam yan jî sempatîzanên HDP'ê di serdegirtinên berbanga sibehê de hatine binçavkirin û girtin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku ew bi pêngaveke eciqandina siyasî ya ku dişibe 'operasyonên KCK'ê' re rû bi rû ne û hat destnîşan kir ku hikûmet nikare ji berpirsyariya van mirinên rê li ber vekiriye bireve."