‘Em ê rê nedin çeteyên DAIŞ'ê ku komkujiyê bikin’

‘Em ê rê nedin çeteyên DAIŞ'ê ku komkujiyê bikin’

Li Şengalê ku ji 20'ê Cotmehê û vir ve di bin êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de ye, Êzidiyên li ber xwe didin dan xuyakirin ku ew ê rê nedin çeteyan ku li Çiyayê Şengalê gel qetil bikin.

Gerîlayên HPG, Yekîneyên Berxwedana Şengalê û hêzên berxwedên ên ji nava gel, ku li Başûrê Şengalê şer dikin, ev pênc roj in li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên dixwazin hilkişin çiyê li ber xwe didin û ev berxwedana xwe vegotin.

Ji fermandarên gerîla yên li Çiyayê şengalê Memo Mêrdîn diyar kir ku ew demeke dirêj e li ber xwe didin û got, "Endamên çete piştî ku li Kobanê bi ser neketin, berê xwe dan gelê me yê Êzidî yê li Çiyayê Şengalê. Dixwazin bi komkujiyeke li vir re heyfa têkçûna xwe ya li Kobanê hilînin. Em li pêşiya wan ketine çeperê. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe, em ê di van çeperan de gelê xwe biparêzin."

ji şervanên YBŞ'ê Ferhan Kaval da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê ji 20'ê Cotmehê û vir ve hewl didin di ser başûrê Şengalê re derkevin çiyayê Şengalê û destnîşan kir ku li hemberî vê berxwedaneke mezin tê dayîn. Kaval got, "Çete ji 20'ê Cotmehê û vir ve dixwazin hilkişin çiyayê Şengalê, lê li hemberî berxwedana me sekinînin."

Li gel gerîlayên HPG û hêzên YBŞ'ê, di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de dildarên ji temenên cuda jî hene. Yek ji van berxwedêrên gel Pîr Kemal anî ziman ku ew li gel gerîlayên HPG û hêzên YBŞ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê ketine çeperan.

Gerîlayên HPG, şervanên YBŞ û berxwedêrên ji gelê sivîl ên li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin, bi biryar in ku heta dawiyê li ber xwe bidin.