'Em ê hemû wesayîtan bişewitînin û ji bo şer biçin Kobanê'

'Em ê hemû wesayîtan bişewitînin û ji bo şer biçin Kobanê'

Bi hezaran kesên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji gundan reviyan, beriya çend mehan xwe li navenda Kobanê girtin. Li dû êrîşên giran ên beriya 6 hefteyan ji eniyên rojhilat, rojava û başûr li hemberî navenda bajêr hatin kirin, gelek taxên li navendê ji ber top û hewanan xera bûn. Ev sivîlên ku jiyana wan di xeteriyê de ne û stargeheke wan nîne, ji navenda bajêr hatin veguhastin.

Nêzî 3 hezar kesên xaka xwe neterikandin, bi alavên karîbûn bi xwe re bibin, bi pez û wesayîtên xwe li ser sînorê Tirkiyeyê ku kîlometreyekê dûrî Kobanê ye, ji xwe re kampeyeke seyar ava kirin. Ev sivîl bi pereyê xwe, di bin kontrola leşkeran de ji xwe re rojane ji Pirsûsê xwarinê dikirin, lê kirîna xwarinê jî li wan tê astengkirin. Leşker dixwazin ev sivîl herêma sînor biterikînin, lê sivîl bi biryar in ku herêmê neterikînin. Sivîl dibêjin, "Li vir bi sedan wesayît hene. Me di depoya her wesayîtê de 5 lître sotemenî hiştine. Eger DAIŞ bikeve Kobanê, em ê hemû wesayîtan bişewitînin û ji bo şer bikin biçin Kobanê."

Berevajî gotinên "Li Kobanê sivîl nîne" hînê li navenda Kobanê û li ser sînorê Tirkiyeyê ku kîlometreyekê dûrî Kobanê ye, bi hezaran sivîl dijîn. Di encama êrîşên beriya bi mehan li hemberî derdora Kobanê hatin kirin de, zêdeyî sed gund hatin valakirin. Mirovên li van gundan xwe li navenda Kobanê girtin. Lê belê piştî ku DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî Kobanê kirin, bi deh hezaran sivîl ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Tirkiyeyê bûn. Nêzî 3 hezar sivîlên nexwestin xaka xwe biterikînin jî, bi eşya mihî, bi wesayîtên xwe yên mîna qemyon, otomobîl, trakftor, xwe gihandin ser sînor û li vir ji xwe re kampeke seyar çêkirin. Heta roja îro bi pereyê xwe ji bazirganên li Pirsûsê av û xwarin dikirîn, lê belê ev sivîl ev 5 roj in nikarin xwarinê bikirin, destûr nayê dayîn.

JI BER GULE Û PARÇEYÊN BOMBEYAN MIROV BIRÎNDAR BÛN

Bi sivîlên li kampa seyyar, ku di nav de bebekên nû çêbûne jî hene, em rûdinên û ji me re dibêjin ku ew ê xaka xwe Kobanê neterikînin.

Mûhammed Ehmed ê 63 salî yê li vir dimîne, da xuyakirin ku zêdeyî meheke ew li ber têlên li ser sînor di wesayîtên xwe de dimînin û pirsgirêk wan a xwarinê heye. Ehmed da zanîn ku heta beriya hefteyekê wan di navbera xwe de pere kom dikirin û bi rêya leşkeran ji bazirganên li Pirsûsê xwarin û vexwarin dikirî, leşkeran dengê xwe dernedixistin û got, "Lê belê niha destûra vê nadin. Çima wiha dikin, em nizanin. Em alîkariyê ji kesî naxwazin, em dibêjin bi pereyê me xwarinê bînin. Em dibêjin eger bi 50 lîreyî be em 100 lîre bidin, lê destûrê nadin. Yên li Kobanê mane, ji xwe pirsgirêka wan a xwarinê heye. Em jî naxwazin bibin bar ji wan re. Em dibêjin bi pereyê me bikirin, lê wê jî nahêlin."

Ehmed anî ziman ku fîşek û bombeyên ji hawan û çekên giran ên DAIŞ'ê, carna li nêzî wan dikevin û got, "Hefteya bihurî, bi fîşekên nediyar ji ku derê hatin re, sê jê jin 5 kes birîndar bûn. Guleyên hatin berdan li wesayîtên me ketin. Me jî ji wesayîtan xeleke ji xw ere çêkirine û em di navenda wan de dijîn."

MIHÎ JI NÊZA DIMIRIN

Xelîl Osman ê 30 salî da xuyakirin ku dema ew hatin vê kampa seyar wan pezê xwe jî bi xwe re anî û anî ziman ku ji ber êm nikarin bidin, berxên nû wan dimirin. Osman got, "Derdora me girtî ye. Ji bo çêrandina pezê xwe em nikarin biçin aliyê rojava û rojhilat. Li başûrê me li Kobanê ji xwe şer dewam dike. Em êm nabînin. lewma heywanên me dimirin. Berxên nû çêdibin ancax dikarin rojek du rojan bijîn. Em ji xwe re xwarinê nabînin, em ê çawa ji heywanên xwe re bibînin?"

HETA KOBANÊ AZAD BIBE EM LI VIR IN

Jina bi navê Eyşê Îbrahîm dayika pênc zarokan ku hevserê wê li navenda Kobanê li nav refên YPG'ê şer dike û ew jî bi zarokên xwe re li hundirê mînîbusekê dijî, dibêje çi dibe bila bibe ew ê ji vir neçe. Eyşê Îbrahîm da zanîn ku ji ber Kobanê xaniyê saxlem nemaye ji bo sivîl lê bijîn nêzî 3 hezar sivîl veguhastine vê derê û li nava wesayîtan jiyane. Eyşê Îbrahîm destnîşan kir ku ew li benda azadiya Kobanê ne.

Eyşê Îbrahîm diyar kir ku ew nafikire weke penaber biçe welatekî û got, "Li şûna jiyaneke li penaberiyê, em razî ne ku li ser xaka xwe di nava wesayîtan de bijîn. Em li Kobanê ji dayik bûn. Zarokên me li vir çê bûn. Kobanê xwedî li me derket, em ê çawa Kobanê biterikînin? Dema Kobanê azad bû, em ê li gundên xwe vegerin."

HIKÛMETA KANTONÊ ALÎKARIYÊ DIDE

Dema em li nav kampa seyar digerin, dibînin ku gule li dehan wesayîtan ketine. Ne diyare ku gule ji ku tên. Dema li kampê pirsgirêka av û xwarinê rû da, Hikûmeta Kantona Kobanê xwarina xwe bi yên li vir re parve kiriye. Rojane zebze, av û madeyên din ên xwarinê bi wesayîtan tîne vê derê û li gel belav dike.

'MIN WASIYET LI ZAROKÊN XWE KIR'

Hadle Bekîr a li vir dijî anî ziman ku ew li gundê Derbenûr ê Kobanê dijiyan, dema DAIŞ'ê êrîş kirin mêrên li gund bi çekên xwe yên sivik bi qasî hefteyekê li ber xwe dane, lê belê piştî ku DAIŞ'ê bi çekên giran û tankan êrîş kiriye ew neçar mane gundê xwe biterikînin û hatine Kobanê. Hadle Bekîr da zanîn ku dema êrîşên li hemberî Kobanê destpê kirin PYD'ê dest bi veguhastina gel kiriye û got, "Em niha li vir dijîn û em ê vir neterikînin. Eger rojek bê û em neçar bimînin koçî Tirkiyeyê bikin, min kulmek ax bi xwe re anî. Min wasiyet li zarokên xwe kir. Min got, 'Eger rojekê li sirgûnê bimirim, vê xalê li ser gora min bireşînin'. Ev 45 roj in em li vir in. Me hemû malên xwe li Kobanê hiştin."

'DAIŞ WÊ JI VIR BICEHIME Û BIÇE'

Binevş Narîn 55 salî ye. Du zarokên wê yên mêr li eniya rojhilat a Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Bi zarokên xwe yên keç, bûkên xwe, neviyên xwe û hevserê xwe li vê kampê dijî. Narîn anî ziman ku wan berê dikarîbû ji Pirsûsê ji xwe re xwarinê bikirin û got, "Me bi pereyê xwe xwarin dikirî. Vê jî asteng dikin. Ti daxwazeke me ya luks nîne. Bila nan û çay hebe, em razî ne li vir bijîn."

Narîn destnîşan kir ku ew ê vê derê neterikînin û got, "Înşaleh emê li xaka xwe bimirin. Mala hevalên me diparêzin ava be. Bila canê me qurbanî rêya wan be. Bi destûra Xwedê û pêxember, DAIŞ wê ji vir bicehime û biçe."

'BI BOMBEYA GAZÊ ÊRÎŞ KIRIN'

Hesen Ebdûllah ê dibêje ji gundê Sitî hatiye vê derê, tîne ziman ku ev 40 roj in ew li wesayîtên li kampê dijîn. Ebdûllah da xuyakirin ku leşker zextê li wan dikin ku vê herêmê biterikînin û got, "Me sînorê kesî binpê nekirine. Em li ser xaka xwe ne. Carek du caran bi bombeya gazê êrîş kirin, ji bo em vir vala bikin. Lê belê heta ku Kobanê azad bibe, em ê vir neterikînin."

Dayika 3 zarokan Şemsê Menaf jî dibêje ku yekane pirsgirêka wan xwarin, şîr û xwarina bebekan e. Menaf jî da zanîn ku destûr ji wan re nayê dayîn ku bi pereyê xwe ji Tirkiyeyê xwarinê bikirin.

'EM Ê WESAYÎTAN BIŞEWITÎNIN Û JI BO ŞER BIKIN BIÇIN KOBANÊ'

Îhsan Mûhammed ê bi nifûsa xwe ya ji 7 kesan li kampa seyar dimîne destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê Kobanê neterikînin.

Îhsan Mûhammed ji welatiyên xwe li Tirkiyeyê girtine û li kampan dijîn xwest ku li xaka xwe vegerin û got, "Em nereviyan, ji ber ewlekariyê em niha li ser xeta sînor dimînin. Kobanê li kêleka me ye. Li Kobanê zarokên me li dijî DAIŞ'ê li ber xwe didin."

Îhsan Mûhammed da zanîn ku wan li gel xwe bi sedan wesayît anîne û got, "Me bi awayekî komî biryarek dan û niha di depoya hemû wesayîtan de herî kêm 5 lître sotemenî heye. Eger DAIŞ bikeve Kobanê em ê hemû wesayîtan bişewitînin û ji bo şer bikin biçin Kobanê."