El Nûsra li pêşberî berxwedana YPG'ê wendahiyan dide
El Nûsra li pêşberî berxwedana YPG'ê wendahiyan dide
El Nûsra li pêşberî berxwedana YPG'ê wendahiyan dide
Êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra yên li ser herêmên Rojava didomin û rastî berxwedana YPG’ê ya tund tên. Di encama berxwedan û bersivdayîna şervanên YPG’ê de kuştî û birîndarên komên çekdar çêbûn û şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe jidest da.
Şevê din li gundên Mezlûma û Taya yên Başûrê Tirbespiyê di navbera hêzên YPG’ê û çekdarên El-Nusra de pevçûn rûdan û heta saetên sibê dom kir.
Çekdarên El-Nusra welatiyên gundên Sofya û Xerab El Ebin yên li heman herêmê derxistin, dest bi dizî û talankirina malên gundiya kirin.
Li gundê Til Elo yê di navbera Girkê Legê û Til Koçer de jî şevê din pevçûn derketin û di encamê de kuştî û birîndarên El-Nusra çêbûn û 2 kuştiyên El-Nusra ketin destê şervanên YPG’ê.
Her weha li gundên Sefa, Siwêdiyê û nêzî navenda Dicle ya neftê komên çekdar êrîşkirin û li ser bersivdayîna şervanên YPG’ê pevçûn derketin û di encamê de wesayîtek komên çekdarê ya doçka li ser hate rûxandin, kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûn.
LI SERÊKANIYÊ BÊDENGÎ HEYE
Li Serêkaniyê ku beriya 2 rojan çekdarên El-Nusra bi topan êrîş pêk anîn û piştre hewldan bikevin bajêr rastî berxwedana YPG’ê hatibûn, di encamê de gelek kuştî û birîndarên komên çekdar çêbibûn. Lê niha li Serêkaniyê bê dengî heye û hêzên YPG’ê li her deverê parastinê dikin.
LI GIRÊ SPÎ PEVÇÛN DIDOMIN
Li Girê Spî (Til Ebyed) jî duh pevçûn li gundê Kendal, Til Exder, Yabsê û Til Findir derketin. Di pevçûnên li van gundan ku hîn didome jî kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûn û şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe jidest da.