El-Nusra êrîşî Til Hasil û Til Eran kir

El-Nusra êrîşî Til Hasil û Til Eran kir

Komên çete yên bi navê Eniya El-Nusra êrîşî bajarokên Til Hasil û Til Eran ên li başûrê Helebê ku piranî welatiyên Kurd lê dijîn, kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/ Eniya El-Nusra saet di 17.00’an de êrîşî bajarokên Til Hasil û Til Eran kirin. Hate ragihandin ku hêzên Eniya El-Ekrad jî bersiv daye û pevçûn derketine. Hat diyarkirin ku di pevçûnên ku hîn didomin de El-Nusra çekên giran bikar tîne û rêya di navbera Til Hasil û Til Eran de girtiye.

Li gorî malpera Eniya El-Ekrad, di pevçûnan de kuştiyên El-Nusra hene û 2 şervanên El-Ekrad jiyana xwe ji dest dane. Her wiha şervanên El-Ekrad wesayîtek doçkayê jî desteser kirine.