Ebdullah: Astengkirina ambulansan ne li gorî berjewendiyên neteweyî ye
Ebdullah: Astengkirina ambulansan ne li gorî berjewendiyên neteweyî ye
Ebdullah: Astengkirina ambulansan ne li gorî berjewendiyên neteweyî ye
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah, destnîşan kir ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê astengkirina ambulansên ku ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin, ne li gorî berjewendiyên neteweyî ye. Ebdullah, got ku ew hêvî dike ev helwesta hukûmeta herêmê nebe û ji hemû partî û rêxistinên Kurd xwest ku pêşiya helwestên bi vî rengî bigirin.
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah, derbarê astengkirina 13 ambulansên ku ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve ji bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê hatibûn şandin, lê li Deriyê Sînor ê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de hatibûn astengkirin de, ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA)’yê re axivî.
‘ALÎKARİYA MIROVÎ NAYÊ ASTENGKIRIN’
Asya Ebdullah, got ku alîkariyên ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê têne şandin, li kîjan derî be jî, divê destûra derbasbûna wan bê dayîn û wiha dom kir: “Ji ber ku ev ne meseleyeke siyasî ye, meseleyek mirovî ye. Bi taybetî deriyê sînor ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de jî bi armanca alîkariya mirovî û bazirganiyê hatibû vekirin.”
‘GELÊ ROJAVA JI VÊ YEKÊ ACIZ DIBE’
Ebdullah, destnîşan kir ku astengkirina ambulansan ne di berjewendiyên neteweyî de ye û ev tişt anîn ziman: “Ev alîkariyek mirovî ye, mînak di aliyê Efrînê de ambulans ji Tirkiyê hatin derbaskirin. Ev ne meseleyeke siyasî ye. Ew ambulans wê xizmeta birîndar û welatiyan bikin. Li gorî hemû qanûnên navneteweyî jî, meseleyên tenduristî û xizmeta civakî meseleyên mirovî ne. Lewma em dixwazin ku li tu derekê pêşiya alîkariya mirovî neyê girtin. Bi taybetî jî em naxwazin ku deriyê Başûrê Kurdistanê bê girtin. Ew alî û ev alî jî Kurd in, lewma girtina derî û helwestên bi vî rengî bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê dibe sedema xemgîniyek mezin.”
‘HÊVÎ DIKIM KU HELWESTA HUKÛMETÊ NEBE’
Asya Ebdullah bal kişand ku Rojavayê Kurdistanê di warê jiyanî de di nava şertên zehmet de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev şerê dawî jî di warê pêwîstiyên jiyana rojane de zehmetî derxistin. Mirovên sivîl dibin hedefa van êrîşan, gelek birîndar çêdibin û pêdiviya derman û alîkariyê çêdibin. Mesela Heyva Sor a Kurdistanê ambulans şandine ji bo Rojava, lê li sînor hatin astengkirin. Em hêvî dikin ku ev ne helwesta hukûmeta herêmê be. Ger ku helwestek di jêr de be jî, em hêvî dikin ku di zûtîrin demê de mudaxele bê kirin. Ev ne di xizmeta berjewendiyên neteweyî de ye. Di vê her kes di vê demê berpirsyariya xwe ya neteweyî bi cih bîne. Em hêvî dikin ku hemû partî û rêxistinên Kurdistanê pêşiya helwestên bi vî rengî bigirin.”