Du şervanên YPG’ê yên li Riha tedawî dibûn jiyana xwe ji dest dan
Du şervanên YPG’ê yên li Riha tedawî dibûn jiyana xwe ji dest dan
Du şervanên YPG’ê yên li Riha tedawî dibûn jiyana xwe ji dest dan
Du şervanên YPG’ê yên di berxwedana Kobanê de birîndar bûn, li Nexweşxaneya Riha ya lê dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.
Du şervanên YPG’ê yên li Kobanê di şer û pevçûnên li dijî çeteyên DAIŞ de birîndar bibûn û li Riha dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.
Şervanên YPG’ê Abdullah Reşîd ê 27 salî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, Delîl Ehmed ê 25 salî jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligol a Rihayê dihatin dermankirin. Lê Reşîd û Ehmed tevî hemû hewldanan nehatin rizgarkirin.
Cenazeyên her du şervanên YPG’ê ji bo kar û barên otopsiye anîn Saziya Tipa Edlî ya Riha. Piştî karên otopsiyê wê cenazeyên Reşîd û Ehmed ji bo defnkirinê bên şandina Pirsûsê.