DOKH’ê ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê bang kir
DOKH’ê ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê bang kir
DOKH’ê ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê bang kir
DOKH’ê ji bo tevlîbûna 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê û xwedîderketina berxwedana Kobanê bangawazî kir.
Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) ji bo piştgiriya hêzên YPG û YPJ’ê yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, di çarçoveya bangawaziya Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) û PEACE CAMPING’ê ve banga “Li dijî DAIŞ’ê ji bo Kobanê û Mirovahiyê Seferberî” de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo li Rojhilata Navîn demokrasî pêş bikeve bi piştgirîdayîna berxwedana Kobanê ya gelê Kurd ve pêkan e û ev tişt hate gotin: “Berxwedana Kobanê nîşan da ku hem pêşeroja gelên Rojhilata Navîn hem jî yên cihanê li dijî çeteyan li berxwedayînê û demokrasiyê derbas dibe, ev yek bi awayekî zelal derketiye holê. Xwedîderketina berxwedana Kobanê, xwedîderketina mirovahî, demokrasî û rûmeta xwe ye. Di heman demê de berxwedana Kobanê xwedîderketina hemû têkoşîna jinan a dîrokê ye. Berxwedana Kobanê bûye sembola hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê.”
Di daxuyaniyê de banga tevlîbûna 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate kirin û hate xwestin ku berxwedana jinê ya dîrokê esas bê girtin û xwedî li berxwedana Kobanê bê derketin.