Di xwarina fitarê de banga desteka ji bo Rojava

Di xwarina fitarê de banga desteka ji bo Rojava

Komeleya Çanda Kurd a li bajarê Elmanya Kasselê, bi wesîleya meha Remezanê xwarina fitarê da. Di axaftinên li fitarê de banga piştgiriya bi Rojava re hat kirin.

Di xwarina fitarê ya li avahiya komeleyê de Kurdên li bajarê Kasselê û derdora wê dijîn, amade bûn. Di xwarina bi beşdariya 100 kesî de axaftin kirin û mewlûd hat xwendin. Li dû mewlûda ji aliyê Hecî Huseyîn Fîdan ve hat xwendin, ji bo Rojavayê Kurdistanê dûa hatin kirin. Di axaftinên li fitarê de banga piştgiriya bi Rojava re hat kirin. Parlamentera partiya çep a eyaleta Hessen/Kasselê Mariana Schott jî li vir peyivî û diyar kir ku ew Rojava dişopînin û peyama piştgiriya bi Rojava re da.