Di salvegera komkujiya Licê de lêgerîna edaletê
Di salvegera komkujiya Licê de lêgerîna edaletê
Di salvegera komkujiya Licê de lêgerîna edaletê
Komkujiya Licê ya ku tevî Tuggeneral Bahtiyar Aydin bi giştî 17 kes hatibûn kuştin, di salvegera komkujiyê de hate şermezarkirin. Endamên Platforma Licê li Edaletê Digere, xwestin dozên berdewam ên komkujiyan bikeve nava çarçoveya lêkolîna heqîqetan û failên wan bên darizandin.
Komkujiya Licê ya ku 22’ê Cotmeha 1993’yan li navçeya Licê ya Amedê pêk hat û di encamê de 17 kes hatin qetilkirin, di salvegerê de hate şermezarkirin. Endamên Platforma Licê li Dadê Digere, Egîtîm-Sen û gel tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila heqîqet bêne lêkolînkirin û fail bên cezakirin”, “Qatil dewlet tenê daxwaza me edalet” qîriyan û banga ronîkirina doza komkujiyê hate kirin.
Berdevkê Platforma Licê li Edaletê Digere Şaban Maltaş diyar kir ku ev bûyer beriya 21 salan qewimiye û weke deqeke reş ketiye nava lîteratura siyasî ya Tirkiyeyê. Maltaş da zanîn ku rasterast mirov hatine gulebarankirin û got: “Her çendî wê demê şahidan îfade dan, lê li şûna bersûcên dozê fermandarê qereqolê Şahap Yarali, Waliyê Rewşa Awerte Unal Erkan, Serokwezîra demê Tansu Çîler, bêne cezakirin, hatine xelatkirin.”
Maltaş destnîşan kir ku her çendî salek bi ser biyara dozgerê komarê ya der barê îdîanameyê de derbas bû, lê heta niha doz nehatiye destpêkirin û nerazîbûn nîşanî vê nêzîkatiyê da. Maltaş got: “Bi hewldanên cuda doz şandin Amed û Eskîşehîrê. Piştî ku nikarîbûn veşêrin, vê carê birin Îzmîrê.” Maltaş destnîşan kir ku hiqûq tê binpêkirin û got: “Ji 13’ê Hezîrana 2014 ve dadgehê biryara rawestandina dozê da. Ger çendî ji bo ji nû ve destpêkirina dozê dosye ji bo Wezareta Dadê hatiye şandin, lê ev şeş meh in wezaretê tu bersiv nehatiye dayin.
Maltaş binê wê xîz kir ku bûyerên qewimîn ne çarenûs in û wiha got: “Em dizanin ku Helepçe, Roboskî, Licê, Şengal û Kobanê ne çarenûsa Kurdan e, ev komkujî berhemên zîhniyeta kujer a hêzên desthilat e.” Maltaş diyar kir ku ew ê weke endamên Platforma Licê li Edaletê Digere dest ji şopandina vê dozê bernedin.