Di hevsengiya şerê li Sûriyê de faktora Kurd
Di hevsengiya şerê li Sûriyê de faktora Kurd
Di hevsengiya şerê li Sûriyê de faktora Kurd
Pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê û pozîsyona Tirkiyê ya di şerê Sûriyê de, di malpera fermî ya "Weqfa Çandê ya Stratejîk a Rûsyayê" de ji aliyê Dmîtry Mînîn ve hat nirxandin.
Nivîskar di şîroveya xwe de têkiliya dema pêş a navbera Kurd û Tirkan û gavên Kurd ji bo xurtkirina rewşa xwe ya li Sûriyê biavêje, dinivîsîne.
Nivîsa mijara gotinê ya li malpera fermî ya Weqfa Çandê ya Stratejîk a Rûsyayê de weha ye:
"Di tevlîheviya şerê navxweyê yê li Sûriyê de, em guherînên girîng dibînin. Kurdên ku heta niha bêalî ma, diyare di vê dema dawî de xwe gihandine pozîsyoneke bi hêz. Nifûsa Kurdan a li Sûriyê 2.5 milyon e (Ji sedî 10/12 nifûsa Sûriyê ye) û bi giranî li ser sînorê Tirkiyê dijîn. Ji sêgoşeya Hesekê heta Tirkiye û Iraqê xwedÎ erdekî fireh e. Bajarê wan ê herî mezin Qamişlo ye. Ji mêj ve Kurd dixwazin Otonomiyeke Çandî ya Netewî, mafê welatîbûna wekhev û mafên wan di destûra bingehîn a Sûriyê de bên ewlekirin. Tevî Kurd ji mêj ve xwedî van daxwazane jî li dijî Şamê bi awayekî cidî serî ranekirin. Lê di demên dawî de em dibînin ku denge diguherin.
Partiya Kurd a li Sûriyê xwedî hêza herî mezin a polîtîk û leşkerî PYD ye. Herçend Hêzên Parastina Gel ên PYD afirandin, xwedî çekên giran nebin jî, bi giyana şervaniyê, her tim bûn xwedî cihekî taybet. Li gorî hin analîstan, siyasetmedarên Kurd jî ev piştrast kirin; YPG hêza xwe gihandiye 50 hezarî. Eger mirov giyana şervaniyê ya Kurd bi vê hejmarê re bînin cem hev, ev tê wateya hêzeke cidî. Dikarin bi vê hêzê re gelek hevsengiyên li welêt biguherînin.
Di demên dawî de em dibînin ku di nava komên mûxalîf ên Sûriyê de komên Îslamî yên Radîkal derdikevin holê. Di demên dawî de Kurd rastî êrîşên Selefî, Cîhat, Eniya El Nûsra, Dewleta Îslamî ya Iraq û Levanta hatin. Ev hêzên mijara gotinê dixwazin ciwanên Kurd bigirin nava xwe, hêza wan bikar bîne û li herêma ew lê dijÎn Emîrata Îslamî "Bakurê Sûriyê" hêzekê ava bike. Lê belê ti ji van ne li gorî berjewendiyên Kurdan e. Kurd ti carî herêma xwe, mafên xwe radestî hêzeke din nake.
Komên Îslamî yên her tişt bi hêsanî dest datanîn ser, dema li berxwedana mezin a Kurdan rast hatin, têk çûn. Tevî ku ew çekên giran ên di destê wan de li gel Kurdan tineye jî, di her êrîşa li dijî Kurdan de wendahiyên giran dan. Kurdan, komên Îslamî bi qasî 70 km dûrî herêmên xwe, bêbandor hiştin. Hin herêmên biçûk ên Efrînê hînê di destê komên Îslamî de ne. Berxwedan û serketineke din a Kurdan li Serêkaniyê hat jiyîn. YPG'ê ew kom ji wê derê paqij kirin, di ser de jî fermandarekî payebilind ê wan koman ku xwe weke Çeçen da nasîn, dîl girtin. Komên Îslamî weke bersivdayina vê pirraniya wan jin, zarok, kal û pîr 500 Kurdên sivîl dîl girtin. Di berdêla fermandarê wan ê Çeçen de diviyabû 500 Kurdên sivîl bihata berdan. Lê belê komên Îslamî soza dan bicih neanîn û bi tenê beşek ji dîlên sivîl berdan ên dijî weke mertalên zindî bikar tînin. Hin ji wan serê wan jê kirin û tê gotin 200 sivîl jî hînê di destê wan de ne. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê nerazîbûneke tund nîşanî vê da, lê Rojava ev bûyer nexwest bibîne, nedît.
Hêzên Parastina Kurdan di rewşa heyî de dixwaze deriyê sînor ê Yarûbiya yê di destê komên Îslamî de ye, bistînin. Ji ber ku ev deriyê sînor ê li bajarê Hesekê, weke deriyê sînor ê herî girîng ê bazirganiya bi Iraqê re ye. Hêzên Parastina Kurd, deriyê sînor ê Sûriye Tirkiye bi dest xist û bi vî rengî alîkariya ji Tirkiyê diçû ji komên Îslamî re qut bû. Li hemberî vê jî, Tirkan alîkariya însanî ya ji Kurdan re diçû, birrîn. Hînê hin beşên herêmên Kurdan ên li Sûriyê, di bin ambargoyê de ne. Eger Kurd deriyê sînor ê Yarûbiya yê Hesekê bi dest bixin, dîrekt di navbera Kurdistana Iraq û Sûriyê de wê pirek bê avakirin. Her weha li bajarê Tel Hemis jî artêşa Sûriyê qaşo alîkariyê bide Kurdan û wê herêmê bi dest bixe.
Komên Îslamî wê êrîşên dijber pêk bînin. Eniya El Nûsra, Dewleta Îslamî ya Iraqê û Levanta îlan kirin ku wan operasyona bi navê "Li Rojhilat Volkana Mezin" dane destpêkirin. Armanca bingehîn a vê operasyonê, bidestxistina kontrola bajarê Hesekê û pêşîgirtina li hêzên Kurd ên ber bi Yarûbiya ve dimeşe ye. Di vê operasyonê de nêzî 2 hezar û 500 kes cih digirin. Em bînin bîra xwe, van koman ji bo bidestxistina Serêkaniyê 3 hezar kes kom kiribûn, lê ti encam bi dest nexistibûn.
Yê ku piştgiriya herî aktîf dide van koman Tirkiye ye. Armanca Enqerê ew e ku otonomiya Kurd a li Sûriyê neyê avakirin. Eger otonomiyeke Kurd li Sûriyê bê avakirin, wê bi awayekî otomatîk destê Kurdên dixwazin Bakurê Kurdistanê ji Tirkiyê veqete, xurt bibe. Bi hêzbûna Kurdan re, Tirkiye bi awayekî rêk û pêk bi top û hewanan êrîşî hêzên Kurd dike. Her weha bi balafirên bê mirov li ser sînor keşfê dike, li ser sînor kozikan dikole û bi taybetî li Serêkaniyê leşkeran vediguhestîne.
Li gorî pisporan li dijî Kurdan, têkiliya Tirkiyê bi El Qaîdeyê re normal û xeter e. Ji ber ku Kurdan sînorê 900 km yê bi Tirkiyê re bi dest xistine. Rektorê Zanîngeha Çanakkaleyê Sedat Laçîner dibêje di navbera PKK-PYD û Esad de peyman hatiye morkirin û li gorî vê yekê wê Esad otonomiyê bide herêma Kurdan. Lê divê em vê yekê zanibin; eger Kurdên li Sûriyê xwe nêzî hikûmeta Şamê kiribin jî, sedema vê piştgiriya Tirkiyê ya ji komên radîkal ên Îslamî re ye. Bêguman wê ne hêsan be ku Şam û Qamişlo ji bo Sûriyeyeke hevpar bên cem hev."