Di eniya herî pêş de kalekî 67 salî

Di eniya herî pêş de kalekî 67 salî

Li Kobanê li her 3 çeperên şer ligel şervanên YPG’ê welatî jî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê kêliyekê jî kozikên şer naterikînin. Yek ji van jî Nemirê 67 salî ye. Apê Nemir bang li ciwanên Kobanê ku bajarê xwe terk kirine dike û dibêje werin li Kobanê xwedî derkevin. Ligel Nemir şervaneke YPJ’ê ya 19 salî ku her dem devlikene jî balê dikişîne. Li ser pirsa me ya “Çima hûn timî dikenin” Nefel vê bersivê dide: “Em ji bo welat û gelê xwe şer dikin. Em ji bo Serokê xwe şer dikin. Ji ber vê yekê jî moralê me bilind e.”

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê ji 15’ê Îlonê û heya niha bênavber dewam dikin. Li hemberî van êrîşan berxwedana bêhempa ku li ti devera cîhanê nehatiye dîtin jî didome. Li her sê çeperên şer ên Kobanê (rojhilat, başûr, bakur) bi sedan şervanên ku ji 4 parçeyên Kurdistanê hatine tevlî YPG’ê bûne û bi welatiyên Kobanê re mil bi mil di çeperên şer de cihê xwe digirin hene. Ji ber çeteyên DAIŞ wan bendên ku şervanên YPG û YPJ’ê danîne nikarin bişkînin bê navber bi maşîneyên teqemenî barkirî dixwazin bigihîjin vê armancê. Lê heya niha nêzî 15 maşîneyên ku bi vê mebestê bi ser nuqteyên YPG’ê de şandine jî bêyî ku bigihîjin hedefa xwe hatine îmhakirin. Hejmara Kurdistaniyên ji bakur û bajarên Tirkiyeyê li Kobanê balkêş e. Dema em pirsa “hûn ji ku derê ne” dikin jî bersiva “Êdî em ji Kobanê ne. Kurdistan êdî Kobanê ye” didin. 

MAL TEV BI HEV HATINE GIRÊDAN

Dema em li rojhilatê Kobanê li çeperên şer digerin mirov dibêje qey li beşeke bajêr erdhej çêbûye. Ew kolanên ku heya çend roj berê di destên çeteyan de bûn, piştî ji destên wan hatin derxistin bi topên hawanan û wesayitên teqemenî barkirî wêrane kirine. Di nava van enkazan de ku di dema gera me de hê jî dûman jê derdiket, şervanên YPG û YPJ’ê kozikên xwe çêkirine û li hemberî çeteyan bênavber şer dikin. Ji ber segvanên çeteyan li cihên xeter bi cih bûne heya ji destê şervanan tê kolanan bi kar nayinin. Kun di dîwaran de vekirine û mal bi malan ve hatine girêdan. Di van kunan de şervan diçin û tên. Ligel vê yekê jî balkêş e mirov yek şervanekî/e madedayî nabîne.

APÊ NEMIR JI BO ŞOREŞÊ LI SER PIYAN E

4 meh berê dema DAIŞ êrîşî Kobanê kiribû Apê Nemirê 67 salî (Xelîlê Osman) li çepera rojhilat di navbera gundê Aşmê û Çarixlî de li girê Şehîd Hogir di mewziya herî pêş de bû. Apê Nemir wê roj gotibû ku heya şoreş nekeve binê ewlehiyê dê nemire. Îcar dema em li çeperên rojhilat digeriyan me dît ku Apê Nemir careke din di çepera herî pêş de li hemberî DAIŞ’ê şer dike. Me fêm kir ku Apê Nemir hê jî li ser soza xwe ye. 

2 KURÊN APÊ NEMIR JÎ DI ŞER DE NE

Temenê Apê Nemir 67 e lê temenê hevalên wî yên di kozikê de di navbera 19 û 25’an de diguhere. Yek ji rêhevalên wî jî şervana YPJ’ê Nefel a 19 salî ye. Apê Nemir li seriyekî kozikê di destê wî de keleşa wî Nefel jî li seriyekî kozikê di dest de BKC, hema ku tevgerekê dibînin bi gotina Apê Nemir “lê didin.”

Em destpêkê bi Apê Nemir re diaxivin. Apê Nemir piştî xêrhatina me dike, pirsa me ya “tu li vir çi dikî bi van gotinan dibersivîne: “Ez li pêşiya çeteyan im ji destpêkê ve. Ez ji Kobanê me, ji Kaniya Kurda me. Navê min Xelîlê Osman e lê navê min ê hereketê Nemir e. Ez gelek ketim şeran ez gelek birîndar bûm.” Apê Nemir çeteyên DAIŞ’ê wek “gemarî” bi nav dike û wiha dibêje: “Em dixwazin van gemariyan ji cem xwe ji bajarê xwe derxinin. Her bijî ji gelê Kurdistanê tevahî re. Ez bi qurbana serê wan bim.” 

Apê Nemir ji aliyekî ve bi me re diaxive ji aliyê din ve jî çavê wî her dem li kozika pêşberî wî ye. Ji ber vê yekê em jê dipirsin, “gelo tevgerek heye” û ew jî dibêje “Ez hereketekê dibînim ez lê didim.” Apê Nemir ne bi tenê ye 2 zarokên wî jî di vî şerî de ne û wiha didomîne: “Ez û du zarokên min jî di şoreşê de ne. Ev meheke min zarokên xwe nedîtine ez nizanim çibû ye ji wan.”

Apê Nemir bangekê li hemû Kurdistaniyan jî dike lê gotin di qirika wî de dibin xelek. Ji me dixwaze em kamerayê bigirin û kelegirî dibe. Piştre wiha dewam dike: “Banga min heye ji her çar parçeyên Kurdistanê re banga min ji xelkê Amedê re heye. Ez nikarim bibêjim giriyê min tê heval gelek li cem min şehîd bûne. Ez dixwazim dengê min li hemû dinyayê belav bibe. Hemû xortên bi xîret û namûs bila werin Kobanê û bajarê xwe ji van çeteyan xilas bikin. Xelkê Kobanê ne xelkê derve. Li ser maseyan rûnenên û peyvan nekin. Yên bi xîret bila werin Kobanê.”

NEFEL 4 MEH E TEVLÎ ŞERVANAN BÛYE

Şervana bi navê Nefel jî ev 4 meh e di nava tevgerê de ye û li kêleka Apê Nemir BKC bi kar tîne. Destpêkê em hevalbendiya bi Apê Nemir re jê dipirsin û Nefel wiha dibêje: “Em carinan nîqaşan dikin. Hevalekî pir hestiyar û fedakar e. Dibêje ‘ez we dibînim dilê min dişewite.’ Em jî dibêjin ‘çima.’ Dibêje ‘yek ji Sêrtê yek ji Amedê yek ji Şirnex hatiye hûn şer dikin. Lê ciwanên me ev der terk kirine.’ Dibêje ‘bila tiştek ji we nebe bila li min bibe.’ Heya niha min ne dîtiye raza ye. Her dem di kozikê de ye. Di şer de jî tim di çeperên pêş de ye.” 

Nefel BKC bi kar tîne û ji BKC’ê re dibêje ku navê wê “Xezal” e. Nefel ev çek ji ser çeteyên DAIŞ’ê girtiye û dibêje bi çeka wan li wan dixe. Em dibêjin “ma ev çek li gorî te ne giran e” û Nefel bi bersiveke ji xwe bawer dibêje “Na pir xweş e. BKC çekeke pir xweş e dengê wê tirsa wê li ser dijmin bes e. Dema dengê wê dibihîzin direvin. Me ev BKC ligel 2 hebê din ji çeteyan girt. Em bi sîleha wan li wan didin.” 

Piştî çend fîşekan berdide îcar radije durbîna xwe û li kozikê çeteyan dinihêre. Em pirsa “Gelo tu tiştek dibînî dikin” û wiha dibêje: “Gava din dema min lê da ewan jî suikast kir. Kanasçiyê wan li nuqteyeke pêş heye. Ev 3 roj e em şer dikin. Êrîşên wan çêdibin em li wan didin direvin. Nikarin êrîş bikin erebeyan tînin diteqînin. Hejmarên wan jî kêm dibe.” 

Ji ber ku em kîjan şervanên YPG û YPJ’ê dibînin dev li ken in em sedema vê yekê ji Nefel dipirsin û Nefel vê bersivê dide me: “Moralê me di cih de ye. Em seba welatê xwe şer dikin, seba gelê xwe, seba Serokê xwe şer dikin. Her dem kêfa me û moralê me di cih de ye.” 

Em ji hevalê Nefel ku jêre fîşekan li şerîta BKC’yê bar dike rewşa Nefel dipirsin ew jî wiha dibêje: “Nefel jîr e zîrek e. Ku tevgerekê dibîne efû nake. Ez jê re mermiyan dadigirim û pişt re diçim mewziya xwe.” Heya hevpeyvîna me xilas dibe şervan çend caran me hişyar dikin da ku em zêde ji cihê xwe neleqin lewra li pêşberî kozika em tê de segvanên DAIŞ hebûn.  

Dema em ji kozika Apê Nemir û Nefel vediqetin, Apê Nemir ji me dixwaze ku em wêneyên wî bidin çapemeniya YPG’ê da ku dema şehîd ket belkî di arşîva xwe de bigirin. Bi tiliyên serfiraziyê û bi gotina êdî “hûn jî rêhevalên min in” Apê Nemir me oxir dike. 

Fermandarê YPG’ê yê eniya rojhilat Gelhat diyar kir ku Kobanê ne pariyê ku mirov karibe daqurtîne û wiha got: “Êdî herkes ev rastî dît. Kobanê ji bilî me hesabê her kesî ser û bin kir. DAIŞ nikare xwe li vir bigire. Êdî dixwazin bajêr wêran bikin." Fermandarekî din yê heman eniyê Elî jî diyar kir ku hin endamên çeteyan êdî dest bi şêlandin û talana malan kirine û li gundên derdorê jî malan li qemyonan bar dikin û dibin. Elî dibêje ku yên di nava bajêr de jî êdî ne dikarin bi pêş ve werin ne jî dikarin bi paş ve herin. Ger werin kuştin e ger herin jî îdam e. Ji ber vê yekê jî ji şer pê de çareseriya wan nemaye.”