Devrîm Dîlok li Mexmûrê hate bîranîn

Devrîm Dîlok li Mexmûrê hate bîranîn

Gerîla Bîlal Oztan bi nasnav Devrîm Dilok ê di 1’ê Cotmeha 20014’an de li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da,  li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem hat bîranîn.

Îro saet 08:00’an li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) gerîla Bîlal Oztan bi nasnav Devrîm Dilok ku di 1’ê Cotmeha 2014’an de li Rojavayê Kurdistanê dema tedawî dibû jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hat bîranîn. Merasîma bîranînê ya gerîla Bilal Oztan bi beşdarbûna gelê wargehê û xwendakaran bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Wargehê Mamosta Sofî li ser giringî û kesayeta Oztan axaftinek kir. Mamosta Sofî di axaftina xwe de got, “Sala 1999’an dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên tarî û komploger yên navneteweyî ve radestî dewleta Tirkiyeyê hat kirin,  hevalê Devrîm Dîlok jî mîna gelek rêhevalên xwe bi soz û biryardariya xwe a ji bo tolhildanê û tevlî refên gerila bû. Piştî salên dirêj ên nav refên gerîla ji bo xebatên çandê hat Mexmûrê û bi dehan xwendekar û ciwanên wargeha me li ber destî wî bûn xwedî pîşeyên hunerî. Hevalê Devrîm ji ber nexweşiya giran li Rojavayê Kurdistanê tedawî didît û di 1’ê Cotmeha 2014’an de jiyana xwe ji dest da û tevlî karwanê şehîdên azadiya Kurdistanê bû. Lewra em li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem, dibêjîn serê malbata wî, gelê Mexmûrê û gelê Kurd sax be. Şehîd namirin û ronahiya rêya me ne.”

Piştî axaftina Mamosta Sofî, endama Koordînasyona TEV-ÇAND’ê Kurdistan Marînosî jî der barê gerîla Devrîm Dilok axivî û wiha got: “Heval Devrîm Dîlok, di nav tevgerê de bi kesayet û sekna xwe ya şoreşgerî û girêdana xwe ya bi serokatî û şehîdan ve dihate naskirin. Bi biryartiya wî ya têkoşînê û li ser wî bingehê xwe dayîna xebatê ji bo me hemûyan rola pêşeng dilîst. Ji roja tevlî bû heta roja şehadetê tu caran ji biryara xwe sist nebû û ji bo ku karibe erka li ser milê xwe bi serkeftî bîne cih bi şev û roj dixebitî. Ev jî dibû sedem ku di nav hevalên xwe de were hezkirin û mînak bê girtin. Ez dikarim bejim eger mirov bixwaze behsa jiyan û kesayeta heval Devrîm bike demjimêr têr nakin. Herî dawî em jî li ser navê Koordînasyona TEV-ÇAND’ê ji malbata heval Devrîm, gelê Kurd û rêhavalên wî re sersaxiyê dixwazin û dibêjîn şehîd namirin.”

Merasîma bîraninê bi drûşmên, "Şehîd Namirin", "Şehîd Devrîm Namire", "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Kobanê" û "Rojavayê Kurdistanê" bi dawî bû.

Devrîm Dîlok bi nasnav Bîlal Oztan di sala 1964’an li navçeya Îslahiye ya Dîlokê hatiye dinê û sala 1999’an li Hollanda tevlî nav tevgera azadiyê bûye. Di 1’ê Cotmehê 2014’an li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Pîşeya Oztan ku ‘mûzîsyen’ bû, qadên wî yên xebatê jî Ewropa, Xakurkê, Mexmûr û Tev-Çand  bû.