Dermansaz: Bila korîdor bê vekirin, nexweşxaneya sahra bê vekirin

Dermansaz: Bila korîdor bê vekirin, nexweşxaneya sahra bê vekirin

Dermansaz herêmê alîkariyên ji bo Kobanê anîn teslîmî Şaredariya Pirsûsê kirin û gotin divê demildest korîdor bên vekirin û li sînor nexweşxaneya Sahra bê vekirin.

Bi pêşengiya Odeya Dermansazên 11’emîn Herêmî ya Amedê ve ku bi rêk û pêk ji bo Kobaniyan dermanan dişînin, vê carê bi piştgiriya dermansazan Riha û Şirnexê kamyonek amûrên jiyanê yên sereke berhevkirin. Alîkariyên hatin berhevkirin teslîmê Şaredariya Pirsûsê hat kirin. Li garaja Şaredariyê li ser navê dermansazan daxuyaniyek hat dayîn û Serokê Lijneya Rêveberiya 11’emîn Herêmê Ferat Deger axivî û diyar kir ku gelên Rojhilata Navîn ku di dîrokê de li Mezopotamyayê her tim di nava aştiyê de jiyan îro bi drama mirovahiyê ku di asta hovîtiyê de ye re rû bi rû ne.

ROJHILATEKE NAVÎN YA AŞTIYANE PÊKANE

Deger bal kişand ser komkujiyên li Şengal û Kobanê û got ku ji bo wan a girîng ev e ku hikûmet berpirsyariyên xwe bîne cih û raya giştî ava bikin. Deger da zanîn ku dermansazan herêmê bi derfetên xwe dermanan peyda dikin û wiha got: “Divê hikûmet zêdetir hestiyar be. Em ê li gel kesên ku têkoşîna rûmetê didin, bin. Rojhilateke Navîn a aştiyane pêkan e.

DAXWAZA NEXWEŞXANEYA SAHRA

Deger bi lêv kir ku li Kobanê sivîl bi komkujiyê re rû bi rû ne û wiha berdewam kir: “Korîdora ji bo Kobanê bê vekirin divê baş bê bikaranîn. Ji bo dermankirina sivîlên li herêmê nexweşxaneyek sahra pêwîst e. Ev peywira mirovahiyê ye. Ji bo avakirina yekîtiya dîrokê ev pêwîst e.”