Dêrikiyan 6 cangoriyên azadiyê spartin axê
Dêrikiyan 6 cangoriyên azadiyê spartin axê
Dêrikiyan 6 cangoriyên azadiyê spartin axê
Cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ, endamekî Asayîşê û endamekî Konfederasyona Xwendekarên Welatparêz ên Kurd ku di pevçûnên li herêma Çelaxa û Tirbespiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesan ve hatin defnkirin.
Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê Ebdurehîm Birahîm (Ebdurehîm), Behcet Sebrî (Lewend Dêrik) ku di 27’ê Tîrmehê de di pevçûnên li gundê Girhok de jiyana xwe ji dest dan, Medîne Remezan (Azadî Rustem Cûdî) ku di 25’ê Tîrmehê de li Siwêdiyê jiyana xwe ji dest da, Hêvîdar Ezîz ku di 27’ê Tîrmehê li Tirbespiyê jiyana xwe ji dest da, endamê Asayîşê Dilşad ku 27’ê Tîrmehê li gundê Girhok jiyana xwe ji dest da û endamê Konfederasyona Xwendekaran Metîn Mihemed (Metîn) ku di 27’ê Tîrmehê de li gundê Girhok jiyana xwe ji dest da, îro ji Nexweşxaneya Dêrikê hatin wergirtin.
6 cenaze piştre li wesayîtan hatin siwarkirin û konvoyek ku ji 2 hezar wesayîtan pêk tê, ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve hatin birêkirin. Piştî ku konvoy gihişt goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, TEV-DEM, PYD û Konfederasyona Xwendekaran hatin vekirin de, dirûşmayên “Şehîd namirin” û yên ku dilsoziya bi YPG’ê re tînin ziman hatin berzkirin. Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Muhemed axaftinek kir. Muhemed ji gel xwest ku piştgiriya YPG’ê bikin û di avakirina sîstema xweseriya demokratîk de bi awayekî aktîf cih bigirin.
Di merasîmê de her wiha malbatên şervanên YPG’ê jî axivîn û soza şopandina zarokên xwe dan. Piştî axaftinan 6 cenaze hatin defnkirin.