Derdora 60 lahîtên ji Misra Kevnar hatin derxistin
Rayedarên Misrî diyar kirin ku li goristana Saqqara ya li başûrê paytext Qahîreyê 60 lahît hatine derxistin. Rayedaran diyar kirin ku ev yek destpêkeke.
Rayedarên Misrî diyar kirin ku li goristana Saqqara ya li başûrê paytext Qahîreyê 60 lahît hatine derxistin. Rayedaran diyar kirin ku ev yek destpêkeke.
60 lahîtên ji goristana Saqqara ya li başûrê Misrê hatin derxistin ji aliyê rayedarên Misrî ve hatin nîşandan. Rayedaran diyar kirin ku lahîtên hatine nîşandan destpêkin û gelek lahîtên 2500 salî hene.
DESTPÊKA KEŞFEKE NÛ
Wezîrê Tûrîzmê yê Misrê Xaled el-Enanî diyar kir, "Beriya 3 hefteyan 13 lahît hatin dîtin. Piştî hefteyekê jî 14 lahît hatin dîtin."
Wezîrê Msirî diyar kir ku 59 lahît ji bîran hatin derxistin û ragihand ku goristana navborî li nêzî Pîramîtên Djoser in ku dîroka xwe 4700 salî ye û yê dema fîrewntiya destpêkê ye.
Wezîr diyar kir ku ew hejmara lahîtan a li herêmê nizanin.
Hate ragihandin ku lahîtên hatine vekirin ji wêneyên tevlîhev in û hiyeroglif tê de ne.