Dema berpirsyariya dîrokî

Dema berpirsyariya dîrokî

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû tên avakirin û got, "Eger Kurd weke erkeke dîrokî ya jiyanî yekitiya xwe ava bike, wê di nav vê hevsengiyê de cihekî mezin bigire. Ji ber vê girîngiyê, divê hemû hêzên Kurd bi berpirsyarî tevbigerin, ti fikarên biçûk ên siyasî dernexînin pêş û li pêşeroja tevahiya Kurdan bifikirin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di gotara xwe ya vê heftê ya li rojnameya Azadiya Welat de bal kişand ser ji nû ve avabûna hevsengiyên Rojhilata Navîn û girîngiya yekitiya Kurdan a di vê hevsengiyê de destnîşan kir. 

Bayik da xuyakirin ku mîna sedsala 20'an dewletên herêmê hewl didin Kurdan li derveyî vê hevsengiyê bihêlin û got, "Ev jî dibe sedem ku mîna erekeke dîrokî ya jiyanî Kurd yekitiya xwe ava bikin." Bayik di nivîsa xwe de bal kişand ser van mijaran:

"Li Rojhilata Navîn gelê ku herî zêde jehr û fitneya netew-dewletê zirar daye gelê kurd. Bi fitneya neteweperestiyê ya netew-dewletê serdestên tirk, ereb û fers hewl dan kurdan ji bi komkujiyên fizîkî û çandî ji holê rakin. Ereb û fersan her çiqasî mîna dewleta tirk vekirî, hovane û bi plan pêk neanîbin jî xwestin di nava netew-dewletê de kurdan bihelînin. Kurdên ku ne di cudahiyê de bûn ka pêkanîn û têgihîştina netew-dewletê wê rê li ber çi veke ketin bin dopêç û çewisandineke komkujiya çandî. Ji bo gihandina encamê ya komkujiya çandî car caran jî komkujiyên fizîkî pêk anîn. Ji aliyekî ve ji ber ku li çar parçeyan hatibûn belavkirin, li aliyê din ji ber ku bêrêxistin û bêpolîtîka hatibûn hiştin, sedsala 20’emîn bi şêwazê jiyanê yên dikare mîna ‘Xefika Kurd’ were binavkirin derbas bû. Ev ‘Xefika Kurd’ bi tevahî ji holê ranebûye. 

Kurd ji ber ku di sedsala 20’emîn de hatin parçekirin û bêrixistin bûn li herêmê nebûn hêmaneke siyasî. Ji bûyina amûr û lîstoka polîtîkayên navneteweyî an herêmî rizgar nebûn. Lewra sedsala 20’emîn ji bo kurdan mîna kabûsekê derbasbû û bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ma. Car caran li ber xwe dabin jî nikarîbûn bi tevahî ‘Xefika Kurd’ bişkînin. Kurd ji cendereya komkujiya çandî rizgar nebûn. Di sedsala 20’emîn de kurdan yekitiya xwe saz nekir, beranberî vê yekê dewletên herêmê li dijî kurdan bi yekitî û polîtîkayên hevbeş tevgeriyan. 

Di çaryeka dawî ya sedsala 20’emîn li her parçeyên Kurdistanê têkoşînên azadiyê bi pêş ketin. Bi taybetî li bakûrê Kurdistanê ku parçeyê herî mezin e bi pêşengiya PKK’ê meşandina têkoşîneke bi bandor di dîroka kurdan de serdemeke nû da destpêkirin. Bi derketina PKK’ê re çarenûsa reş a kurdan hat şikandin. Vê têkoşînê bandoreke mezin li têkoşîn û rewşa siyasî ya parçeyên din jî kir. Bi PKK’ê re piştrast bû ku şert û merc çiqas giran bin bila bibin bi sekneke baş a bîrdozî, polîtîk û rêxistinbûyînê têkoşîn dikare were meşandin. 

Hêzên ku serdestî li kurdan dikirin û hewl didan wan ji dîrokê tune bikin di roja me de çi dikin bila bikin nikarin rastiya ku kurd bi têkoşîna xwe li Rojhilata Navîn bûne hêzeke rêxistin û siyasî biguherînin. Di sedsala 20’emîn de ku piştî Şerê Yekemîn yê Cîhanê dengeyên nû afirî bûn, kurd bêhêz û bêrixistin bûn, di sedsala 21’emîn de di dema avakirina dengeyên nû li dewsa yên kevn de kurdan pozîsyona xwe ya rêxistinbûyî û siyasî bihêztir kirine. Lawaziya bi tenê ya kurdan di sedsala 21’emîn de ew bû ku mîna sedsala 20’emîn yekitiya xwe ava nekirine. Li Rojhilata Navîn her hêz di nava şerê mezin yê tê jiyîn de hewl dide hêza xwe zêde bike, saznebûna yekitiya kurdan bi xwe re tehlûkeyên mezin tîne. Saznekirina yekitiyê tê wateya di nava şerê mezin ê li Rojihata Navîn de ketina rewşa bê amadekarî û bi kar neanîna potansiyela heyî. Li aliyê din rewşa parçeyî ya heyî ji aliyê dewletên herêmê ve tê bikaranîn û hewl didin derfetê nedin ka di nava hevsengiya nû ya li Rojhilata Navîn diafirin de kurd cih bigirin. 
Di pêvajoya ku tê xwestin li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû werin avakirin û hewldanên dewletên herêmê yên dixwazin mîna sedsala 20’emîn kurdan derveyî van hevsengiyan bihêlin. Ev jî dibe sedem ku mîna erkeke dîrokî ya jiyanî kurd yekitiya xwe ava bikin. Di vê rewşa heyî ya siyasî de Rêberê Gelê Kurd ku yekitî û tevgera hevbeş a kurdan gelekî girîng dît, bi salan e bi israr pêşniyara lidarxistina konferansa neteweyî tînê rojevê. Lê belê heta roja me derfeta lidarxistina konferanseke bi vî rengî neafirî. Rêberê Gelê Kurd bi rawestîna şer e fikirî ku astengiyên li pêşiya lidarxistina konferansê jî ji holê rabûn û xwest di vê pêvajoya siyasî de bi israr konferans pêk were. Di rewşa ku li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê şer rawestiyaye de lidarxistina konferansê ji aliyê hêzên siyasî yên hemû parçeyên Kurdistanê ve bi erênî hat pêşwazîkirin. Di encama vê yekê de jî pêşcivînek pêk hat û komîteya amadekar a konferansê hat sazkirin. Di dawiya meha tebaxê de ev konferans wê were lidarxistin. 

Ger ev konferans li gorî armanca xwe têkeve pratîkê û biryar werin girtin, kurd wê bi şêwazekî amade di nava şerê hêzê yê li Rojhilata Navîn de cih bigirin. Yekitiya hêzê, tevgera hevbeş wê bandora siyasî ya kurdan çend xalan ji ya heyî zêdetir bike. Di encamê de jî wê bi bandortir cîhgirtina kurdan a di nava hevsengiyên siyasî yên nû têne avakirin de bibe mijara gotinê. 

Ger niha Rojhilata Navîn dikele û pêvajoya xwe ya herî dînamîk û siyasî dijî, şik tune ye ku kurdên di navenda Rojhilata Navîn de cihê xwe digirin wê bêhtir bandor û eleqedar bibin. Ji ber vê yekê nabe ku kurd çarenûsa xwe ji însafa hinekan re bihêlin. Konferansa neteweyî di pêvajoyeke bi vî rengî de wê were wateya bi şêwazekî amade û xwedî însiyatîfa meşandina têkoşînê ya kurdan. Ji ber vê yekê jî konferans girîng e û ger rast nêzîkbûnek hebe wê encamên dîrokî biafirîne. 
Ji ber vê girîngiyê divê hemû hêzên kurd bi berpirsiyarî tevbigerin, tu fikarên biçûk ên siyasî dernexin pêş û bibin xwedî helwest û sekneke ku paşeroja tevahiya kurdan difkirin. Ger nêzîkbûneke bi vî rengî pêk were kurd wê bibin xwedî serkeftineke mezin; ji vê serkeftinê jî hemû kurd sûdê werbigirin."