Dayika Aştiyê Kaplan jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Kaplan jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Kaplan jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Emîne Kaplan a ku bi salan li Nisêbînê di Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê de de cih girt û xebat meşand, jiyana xwe ji dest da.
Hate zanîn ku Aktîvîsta Dayikên Aştiyê Emîne Kaplan a 50 salî ya bi salan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di nava xebatên Dayikên Aştiyê de cih girt roja borî jiyana xwe ji dest da.
Hate hînbûn ku Kaplan ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da û li Goristana Mohrizê hate definkirin.
Dayika Aştiyê Kaplan li cem kurê xwe M.Şerîf Kaplan ê ku di sala 1995'an de bi awayekî kiryar nediyar hate qetilkirin hate definkirin. Ji bo Kaplan li taxa Yenîşehîrê konê şînê hate vedan.