DAIŞ û leşkerên Tirk: Yek gefê dixwe, yê din jî vala dike
DAIŞ û leşkerên Tirk: Yek gefê dixwe, yê din jî vala dike
DAIŞ û leşkerên Tirk: Yek gefê dixwe, yê din jî vala dike

Hat îdîakirin ku çeteyên DAIŞ'ê yên di şerê li Kobane de derbên giran dixwin, di nivîsên navbera xwe de diyar kirine ku ew ê rojnamevanên li Girê medresat ê jê pevçûnan dişopînin, hedef bigirin. Balkêş e ku leşkerên Tirk li şûna vê herêmê biparêz in, vala dikin.
Li Kobanê şer bi dijwarî dewam dike. Ji duh bi şev û vir ve, di pevçûnan de hejmareke zêde çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî deriyê sînor ê Murşîtpinarê jî dewam dikin. Çeteyan vê sibehê jî topên hawanê avêtin deriyê sînor. Hat ragihandin ku çeteyên li Kobanê derbên giran dixwin, wê vê carê berê xwe bidin rojnamevanan. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, çeteyên DAIŞ'ê yên duh bi şev derbên giran xwarine, di nivîsên ji hev re şandine de gotine wê êrîşî rojnamevanên şer dişopînin, bikin. Dan xuyakirin ku rojnamevanên li Girê Medresat ê Pirsûsê bi wesayîtên weşana zindî rewşê dişopînin, di hedefa çeteyan de ne.
'LEŞKER BI DESTÊ DAIŞ'Ê DIXWAZE HERÊMÊ VALA BIKE'
Cara yekemîn nîne ku rojnamevan dibin hedefa çeteyan. Rojnamevanên rewşa li Kobanê li ser sînor şopandin, gelek caran rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hatin. Gelek caran topên hawanê yên çeteyan li cihê rojnamevanan ketin. Herî dawî li nêzî deriyê sînor ê Murşîtpinarê topeka hawanê li cihê weşana zindî ya rojnamevanan ketibû. Leşkerên Tirk ên ku ti bersiv nedan êrîşa hawanan, cihên rojnamevan lê bûn bi hinceta "ewlekariyê" vala kirin. Rojnamevanên ku gelek caran rastî êrîşê hatin dan xuyakirin ku îdîaya "Wê DAIŞ êrîşî rojnamevanan bike" bi tenê bi kêrî valakirina herêmê tê. Ji ber ku leşker gelek caran vê dike, şîroveya "Leşker, ya ku dixwaze bike bi destê DAIŞ'ê dike" tê kirin. Her wiha tê destnîşankirin ku ev yek parçeyek ji plana hikûmetê ya avakirina "herêma ewle" ye.