DAIŞ guleyan li sivîlan, leşker jî li YPG'ê direşîne

DAIŞ guleyan li sivîlan, leşker jî li YPG'ê direşîne

Li Kobanê, ji duh bi şev û vir ve pevçûnên herî dijwar ên rojên dawî dijî. Çeteyên DAIŞ'ê gule li sivîlên li ser xeta sînor a li Boydê reşandin. Guleyên çeteyan li mizgeft û malan ketin. Leşkerên Tirk jî li şûna bersivê bidin çeteyan, gule li çeperên şervanên YPG/YPJ'ê reşandin.

Li eniyên rojhilat, rojava û başûrê Kobanê şer û pevçûn bi dijwarî dewam dikin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji duh bi şev û vir ve çete êrîşeke giran dibin ser Kobanê û hêzên YPG/YPJ jî bi çalakiyan bersivê didin. Yek ji herêmên ku şer lê giran bûye, herêma Til Şeîr a li rojavayê Kobanê ye.

Çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî çalakiyên şervanên YPG/YPJ'ê cih lê teng bûye, berê çekên xwe dan sivîlan. Çeteyan êrîşî sivîlên li ser xeta sînor a navbera Til Şeîr-Boydê kirin û bi doçkayan gule li gundê Boydê yê Pirsûsê reşandin. Guleyên çeteyan li gelek mal û mizgefta gund ketin. Hat ragihandin ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de gundî ji malên xwe derneketin û hewl dan xwe biparêzin.

Bi dijwarbûna pevçûnan re balkêş e ku leşkeran careke din cihê xwe guhertin. Piştî ku hin herêmên li ser xeta sînorê Kobanê ketin destê YPG'ê, artêşa Tirk herêm bi maşînên zirxî û leşkeran dagirt. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê herêm dagir kirin, vê carê leşkerên Tirk bi maşînên xwe yên zirxî herêm terikandin. Bi taybetî di dema ku çeteyên DAIŞ'ê li ser sînorê Boydê êrîşî sivîlan kirin de, hat ragihandin ku li herêmê ti leşker tinebûn. Ji xwe gelek caran îspat bûbû ku di êrîşên beriya niha yên çeteyên DAIŞ'ê li hemberî sivîlan de, leşkerên Tirk ti bersiv nedan.

Li aliyê din, çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku li rojhilat û rojavayê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê, tîmên taybet ên leşkerên Tirk duh bi şev gule li herêmên şervanên YPG'ê lê ne, reşandin.