Dadgehê pergala hevserokatiyê da sekinandin

Dadgehê pergala hevserokatiyê da sekinandin

Yekemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê der barê meriyeta pêkanîna ‘Hevserokatiya’ Şaredariya Mezin de biryara rawestandinê girt.

Yekemîn Dadgeha Îdarî serlêdana Walîtiyê ya der barê betalkirin û rawestandina biryara ‘rêziknameya xebata hevserokatiyê’ nirxand. Dadgehê biryar da ku pêkanîna ‘hevserokatiyê’ ne li gorî hiqûqê ye.

Di biryarê de hat gotin ku rêziknameya bi biryara meclîsa şaredariyê re hatiye qebûlkirin, parvekirina şaredariyê ya bi kesekî din re ku wek hevserokatî bê binavkirin, kar û barê şaredar bê bandor dihêle.

Her wiha hat gotin ku bi pêkanîna hevserokatiyê re di Kanûna Partiyê Siyasî de sererastkirin hatiye kirin û esasa hevşaredariyê di qanûnan de nayê dîtin.