Coşa ‘Şoreşa Rojava’ didome

Coşa ‘Şoreşa Rojava’ didome

Li navenda Wanê û bajaroka Bêspin a girêdayî Silopiya bi armanca daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavkirina "Şoreşa Rojava" şahiyek hat organîzekirin.

Rêxistina bajaroka Bespin a BDP’ê bi armanca dazwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavkirina "Şoreşa Rojava” meşeke bi meşale û şahiyek organîze kir. Kurdistaniyên ku li ber avahiya BDP’ê ya Bêspinê kom bûn li ber muzîkê govend gerandin. Di şahiya ku bi sedan mirov beşdar bûn de dirûşmayên, "Bijî Serok Apo" û "PKK gele gel li vire” qîriyan. Di şahiyê de Serokê Rêxistina Bêspin Ebdulgafur Ruzgar axivî. Ruzgar di axaftina xwe de ku bal kişand ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin wiha got, “Ji bo ev pêvajo nexitime divê hikûmet gavên berbiçav biavêje. Berevajî vê eger pêvajo têk biçe, ji tiştên rû bidin wê hikûmet berpirsiyar be.Heta Rêberê Gelê Kurd azad nebe gelê Kurd jî azad nabe.” Ruzgar di axaftina xwe de berxwedana YPG’ê silav kir û da xuyakirin ku, pêwîste ji her demê zêdetir gelê Kurd yekîtıya xwe çêbike û alîkariya ji bo gelê Rojava berdewam bike. Piştî axaftinan şahî bi çepik û dirûşmayan bi dawî bû.

Ligel wê li Silopiya jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li tevayî taxan xwepêşandana bi fîşekên hewayî pêk hat.

WAN

Li Wanê jî salvegera “Şoreşa Rojava” ji aliyê Rêxistina Bajêr a BDP’ê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Di şahiya ku li ber Ocaxa Tenduristiyê yaTaxa Suphanê hat lidarxistin, Hevserokê Rêxistina Bajêr ê BDP’ê Musa Îtah, endamên Meclîsa Şaredariyê ya Wanê, Endamên DOKH, KURDÎ-DER, endamên Meclîsa Ciwanan a Wanê û aktîvîstên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê jî beşdar bûn. Piştî deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan dirûşmayên "Bijî Serok Apo", “PKK gele gel li vire”, "Bijî Şoreşa Rojava" hatin qîrkirin. Ciwanan ligel alên PKK’ê û KCK’ê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Di şahiyê Hevserok Musa Îtah ku axaftineke kurt kir, salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û êrîşên li dijî Rojava şermezar kir. Îtah destnîşan kir ku, divê şert û mercên tenduristiyê yên Ocalan bên rastkirin û ji bo aştiyeke civakî divê daxwazên gelê Kurd bên bicih anîn. Îtah got, “Li her qadê em dê bi Rojava re bin. Gelê Kurd îro li her çar parçeyan têkoşîna azadiyê dide. Roj roja piştgiriya ji Rojava re ye. Tevayî gelê Kurd em dê li hemberî çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike têbikoşin.

Piştî axaftinê girseyê li ber stranên hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (MKM)’ê heta derengiya şevê govend gerandin û bi dirûşmayan jî dawî li şahiya xwe anîn.