Ciwanên Kobanê beşdarî nava YPG’ê dibin
Ciwanên Kobanê beşdarî nava YPG’ê dibin
Ciwanên Kobanê beşdarî nava YPG’ê dibin
Piştî ku komên bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra li Girê Spî êrîşî welatiyên Kurd kirin û hêzên YPG’ê jî bersiva wan da, welatiyên li Kobanê ji bo piştgiriya YPG seferber bûn. Her wiha heta niha bi sedan ciwanan ji bo ku tevlî YPG’ê bibin, serî navendên têkildar dan.
Şêniyên Kobanê ji bo piştgiriya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê yên ku ji 20’ê Tîrmehê ve ji bo parastina kurdên Girê Spî (Til Ebiyad) bi komên çete re şer dikin, li ser piyane. Ciwanên Kobanê li ber Mala Gel kom bûn û navên xwe ji bo tevlîbûna nava refên YPG’ê dan nivîsandin. Hate ragihandin ku heta niha bi sedan ciwanan serlêdan kiriye.
Di nava ciwananên ku navê xwe dane nivîsandin de gelek ciwanên ku koçî Bakûrê Kurdistanê kiribûn û ji bo tevlîbûna nava refên YPG’ê vegeriyane jî hene.
Yek ji ciwanên ku dixwaze tevlî YPG’ê bibin ê bi navê Egîd diyar kir ku, bi armanca parastina xaka Rojava serlêdan kiriye û dixwaze di nava YPG’ê de parastina xaka xwe ji komên çete bike. Ciwanê bi navê Mihemed Bîraq Reş jî da zanîn ku, ew hatiye ku parastina herêmên Rojava bike.
Li aliyê din jî xebatkarên Meclîsa Tendurstî û Heyva Sor a Kurd ev demeke li ser piyana û ji bo dermankirina birîndarên YPG’ê û sivîlên Girê Spî kar dikin. Ji bo vê yekê jî endamên Meclîsa Tendurstiyê ku beriya demekê hatibûn perwerdekirin hatine erkdarkirin.Her wiha nexweşxaneyên gerok li nêzî cihên pevçûnan hatine vekirin û 3 ambulans herdem amade têne girtin da ku birîndaran veguhêzînin navendên tenduristiyê.