Ciwanên Amedê ‘Perwerdeya zimanê zikmakî’ dixwazin

Ciwanên Amedê ‘Perwerdeya zimanê zikmakî’ dixwazin

Li gorî encama anketa Komeleya Guherîn û Ciwanan a bi ciwanên Amedê re kir, ciwanên ji sedî 82 bi zimanê zikmakî diaxivin bi zimanê zikmakî nanivîsin. Ciwanên Amedê ji sedî 99’ê wan dixwazin perwerdeya zimanê zikmakî bibînin.

Komeleya Guherîn û Ciwanan a ku bi armanca têkildarî pirsgirêkên ciwan û jinan de polîtîkayan pêk bîne û çareseriyan pêşniyar bike hate avakirin, têkildarî ciwanên Amedê xebatan dimeşîne. Komele ciwanên Amedê bi cîhan û Tirkiyeyê dide nasîn û li navçeyên Yenîşehîr, Kayapinar, Rezan û Sûrê yên Amedê bi 500 ciwanên amadeyî û zanîngehê dixwînin re xebata anketê kir.

Li gorî anketê ciwan ji sedî 82 bi zimanê zikmakî dikarin biaxivin û ji sedî 18 bersiva "ez nikarim biaxivim" dan. Li gorî anketê piraniya ciwanan dikarin bi zimanê zikmakî biaxivin lê ji sedî 78’ê wan nikarin bi "Zimanê zikmakî binivîsin" Ji sedî 99 ciwanên tevlî anketê bûn dixwazin perwerdeya zimanê zikmakî bibînin. Ji sedî 32’ê ciwanên tevlî anketê bûn bersiva pirsa "hûn madeyên weke cigare, ereq û tiryakê bi kar tînin?" erê dan û ji sedî 36 ciwanên tevlî anketê bûn jî diyar kirin ku ew rastî tundiyê hatine.

Anketa di navbera 15'ê gulan û 15'ê hezîranê de pêk hat ji bo ji pirsgirêkên ciwanan re daneyên "şênber û bi bawer" bi dest bixin pêk hat. Serokê Komeleya Guherîn û Ciwanan Umut Suvarî diyar kir ku, ji her derdorê ciwan tevlî lêkolînên wan dibin û ji bo rêveberiyên herêmî û saziyên cemaweriyê fêde ji xebata wan a anketê bibin bi raya giştî re parve kirin. Suvarî anî ziman ku, anket bi armanca agahiyên bikaranîna madeyên tiryakê, tundî û daneyên xwendin û nivîsandina zimanê zikmakî tesbît bikin pirs pirsîn.

Piranîya ciwanên tevlî anketê bûn  bi zimanê zikmakî dikarin biaxivin lê nikarin binivîsin.