Çîroka helbestvanê Bakur û Başûr bi hev ve girê da!
Çîroka helbestvanê Bakur û Başûr bi hev ve girê da!
Çîroka helbestvanê Bakur û Başûr bi hev ve girê da!
"Di 5'ê Adara sala 1991'e de li navçeya Ranya ya Silêmaniyê meşeke mezin pêk hat. Piştî meşê, êvarê gel dest danî ser rêveberiya bajêr, artêşa Saddam ji bajêr hat derxistin. Di 7'ê Adarê de Silêmaniye û di 11'ê Adarê de jî Hewlêr hat rizgarkirin. Pêşmerge hînê li çiyê bûn. Rojên niha yên Rojava, hingî Başûrê Kurdistanê dijiya. Heta 21'ê adarê, tevî Kerkuk tevahiya Başûrê Kurdistanê ket destê gel.
Wan rojan, kadroyên PKK'ê jî dadiketin bajaran. Min PKK û têkoşîna wê bihîstibû, Lê ne xwedî agahiyeke zêde bûm. Li Hewlêrê bûm, rojekê li xebatkarekî PKK'ê yê li nava bajêr Naîf Haco yê bi nasnav Azad rast hatim. Naîf kekê Ciwan Haco bû û bi saetan ji min re qala PKK'ê kir. Min jê pirsî ka bi "Soranî pirtûkên wan hene yan na?". Ji min re got na, bi tenê bi Kurmancî hene. Dûre ji min re pirtûkek bi Erebî anî. Pirtûka Mazlûm Dogan a 'Berxwedan Jiyane' bû. Wê pirtûkê bandoreke mezin li min kir."
Helbestvan Mehmet Emîn Pêncewinî, bi pirtûka Mazlûm Dogan a bi Erebî hatibû wergerandin, ku gerîlayên PKK'ê Naîf Haco yê dis ala 1994'an de wê bi çekên kîmyewî bi komeke hevalên xwe re jiyana xwe ji dest bida, dabû wî, ewê ne tenê PKK'ê û tevgera Bakurê Kurdistanê nas bikiribûya, di heman demê de wê jiyana wî biguheriya. Wê di nava heyeta yekemîn a ji Başûrê Kurdistanê diçû serdana lîderê PKK'ê ya li geliyê Bekaayê cih bigirta û bi hînbûna kurmancî re sînorkirî nemabûya, herdu parçeyên Kurdistanê Bakur û Başûr mîna pirekê hewl bida bi hev re girê bida.
SALÊN BI HELBESTA 'DARA AZADIYÊ' BIHURÎN...
Pêncewinî di sala 1944'an de 100 km dûrî Silêmanî 10 km nêzî sînorê Îranê li navçeya Pencewin hat dinyayê. Di dibistana amadeyî de li gel wêjeyê bala xwe dida nêrînên sosyalîst. Di wan salan de Silêmaniye û derdora wê, xeta Soranî ya ji Hewlêrê heta Mahabadê mîna dibistana helbesta Kurd bû. Li kolanan, malan, qehwexaneyan Goran, Faîk Bêkes, Hejar dihatin xwendin, nifşê nû bi helbestên Kurdî dicoşiyan û evîna Kurd û Kurdistanê werdigirtin. Pêncewînî di salên xwe yên dibistanê de ji helbesta "Dara Azadiyê ya Faîk Bêkes (Bavê helbestvanê navdar Şêrko Bêkes) hez kiribû:
"Di hemû rojên helbestan ê dibistanê de, min ev helbest dixwend. Hînê jî di jibera min de ye ev helbest. Digot, "Dara azadiyê bixwînê nayê avdan, şîn nabe". Ketibû wê rewşê ku êdî hevalên min bi navê "Dara Azadiyê" bang li min dikirin. Derdora min, bi evîna min a ji helbestê re, min nas dikir. Rojekê li Silêmaniyê meşeke mezin a Kurd çê bû. Hevalan difikirîn ka çi li ser pankartê binivîsînin û hatin ji min re gotin 'tu helbestvanî, tu tiştekî bibîne'. Wê rojê Silêmaniyeyî li dû pankarta bi nivîsa 'Millet azad û cesûr e, li benda destûre' meşiya."
Ji xwe rêveberiya general Abdulkerîm Kasim a di 14'ê Tîrmeha sala 1958'an de hat ser kar, soza xweseriyê ya dabû Kurdan bi cih nedianî, soza "Emê ewlehiya destûra bingehînî bidin Kurdan" ji bîr kiribû. Lê belê gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê, mîna ku wî helbestvanê ciwan li wê pankartê nivîsand, dest bi têkoşîneke wêrek û azad a nîvsedsalê dewam bike, kir. Tevgera bi pêşengiya Barzanî, di 11'ê Îlona sala 1961'ê de çirûskên berxwedana Kurd pê xist, Pêncewînî yê ciwan jî ket nava Partiya Komunîst a Iraqê û bûbû endamekî aktîf.
Lê belê, bersiva Iraqê ya li berxwedana Kurd tund bû. Di sala 1962'an de Kurdistan bi balafirên modern dihat bobmekirin, şer dijwar bûbû. Ji Kurdistanê nûnerê komeke rêxistinên civakî yên sivîl ji bo dawî li şer bê anîn, bi armanca hevdîtina bi rêveberiya Kasim re çû Bexdayê. Endamê herî biçûk ê heyetê Pêncewinî yê 18 salî ye:
"Ji ber ku li min digeriyan, ez bi nasnameyek bi navê Cemal çûm Bexdayê. Ji xwe piştre di karên xwe yên siyasî de ez bi navê Cemal hatim naskirin, mîna hînê li Helebçê gelek kes min weke Cemal nas dikin. Me ji Kasim û alîkarên wî re daxwaza "Bese ji şer re, li Kurdistanê aştî" ragihandin. Wan rojan, şerê DYE-Kuba di rojevê de bû. Piştî hevdîtina bi Iraqiyan re, me bi hezaran îmzeyên li dijî şerê Kubayê li Kurdistanê kom kirin, xwestin bidin Sefaretxaneya Bilind a DYE. Ji ber ku endamê herî ciwan ê heyetê ez bûm, kîsê tije îmze, min hilgirt. Sefîrê Bilind got, "Ez dikarim van hemû îmzeyan bi niftikekê bişewitînim, dest ji Kubayê berdin, li Kurdistanê binêrin, welatê we tê bombekirin." Di rêya vegerê de ev gotin ji bîra min neçû."
Dema li Kurdistanê şer dijwar bûbû, Pêncewinî di nav refên Partiya Komunîst debû, heta endametiya navendî ve payeya wî bilind bû. Partiya wî jî biryara têkoşîna çekdarî da, lê pereyê ku karibe pê çekan bikire, tineye. Biryar dan bankeyê bişêlînin. Destpêkê li Bexdayê vê hewldana xwe diceribîne, di nav ekîbê de Pêncewinî jî heye. Dema bi ser dikeve, vê carê biryarê didin şaxê bankeyê ya li Silêmaniyê bişêlînin. Pênwecinî û hevalên wî li vê derê jî dest datînin ser 14 hezaar Dînar ku niha yek milyon Euro dike û bi vî pereyî çek û alavên leşkerî dikirin.
Bi peymana Adara sala 1970'yî re pêşmerge ji çiyê dadikevin nava bajêr û Bexdayê û bi vî rengî têkoşîna siyasî ya sivîl a Kurd destpê dike. Lê belê tevgera Kurd tişta hêvî dikir li Bexdayê nedît û di sala 1974'an de tevgera başûrê Kurdistanê careke din derket çiyê. Heman rojê di çarçoveya peyamana navbera hikûmeta Iraqê û Sovyetan de, pêşî li Partiya Komunîst hat vekirin. Pêncewinî li Bexdayê dest bi jiyana rojnamevaniyê kir, piştre ji bo demekê bû qeymeqamê navçeya xwe û dûre ji bo Parlamenta Iraqê hat hilbijartin. Di sala 1982'an de tevî ku li Silêmaniyê 32 hezar dengên bilind stend jî, hat îdîa kirin ku Pêncewinî bi zora pêşmergeyan deng stendiye û der heqê wî de lêpirsîneke dûr û dirêj hat vekirin.
"EGER TU HATIBE ZAGROSAN, DIKARÎ BÇE BEKAA'YÊ JÎ"
Pêncewinî ku êdî ji lêpirsînan bêhna wî teng bû, di nava salên 1980 de biryarê dide li Hewlêrê bijî. Di bêrîka wî de pirtûkên helbestan ên bi navê 'Çiya şoprê ne' û 'Gel hemoglebîne' hebû ku li Bexdayê çap kiribû. Pêncewinî li Hewlêra bi êşa şer û mirinê, xwe li helbestê digire:
"Ji eşîra Barzanî 9 hezar sivîl birin û di operasyona Enfalê de kuştin. Zarokên van, li Hewlêrê dest vedikir (parsekî), li hawirdorê ewçend bêhna mirinê dihat ku her kes ji ber tirsê alî van mirovan nedikirin. Me, alîkariya kom dikirin, dibirin cihekî li derveyî bajêr û ew jî dihatin wê derê alîkarî digirtin. Dema zarokan dest vedikirin digotin 'Bavê min nîne'. Ev gotin weke şîfreyêkê bû, bi vî rengî me fêm dikirin ku ew mexdûrên Enfalê ne. Wan rojan, min jî helbestek bi navê 'Bavê min nîne' nivîsand. Dema di sala 2002'an de bi Nêçirvan Barzanî re rûniştim, wî ji min re got, "Dema em li çiyê pêşmerge bûn, me bi rondikên çavan ew helbesta te dixwend."
Pêncewinî di rojên raperînê yên li Başûrê Kurdistanê de PKK nas kir û di sala 1991'ê de di kongreya damezrandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya li Zagrosan de cih girt. Pêncewinî, yekemcar gerîlayên PKK'ê dît û gerîlayan jê re gotin "Eger tu hatibe Zagrosan, tu dikarî biçe Bekaa'yê jî." Pêncewinî zivistanê jî, bi komeke ji rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê diçe Bekaa'yê: "Ez li eleqeya nêz a Ocalan rast hatim. Dîsîplîna li kampa ji 700 kesî bala min kişand. Bi taybetî jî, merasîma sondxwarinê ya namzetên gerîla, bandoreke mezin li min kir. Ew tablo ji bo min gelekî nû bû, ne tenê ji bo tevgerên kurd ji bo tevahiya Rojhilata Navîn nû bû."
Dema vegeriya Hewlêrê, behsa şoreşa Bakurê Kurdistanê û Ocalan kir. Ji aliyê din ve jî kêm mabû "Şerê 1992"an destpê bike. Pêncewinî di navbera kampên gerîla û pêşmergeyan de çû û hat, di wê demê de şer derket. Her weha ji ber nêzîkbûna wî ya li PKK'ê, hin derdoran xwe li wî ranegirtin û mala wî ya li Hewlêrê şevekê rastî êrîşeke çekdarî hat. Pêncewinî di Nîsana sala 1993'an de li Şamê careke din çû serdana Ocalan û di heman salê de hat Elmanyayê. Bû yek ji navên ji Tevgera Rewşenbîriyê ya Kurd re pêşengiyê dike. Di damezrandian Înstîtuya Kurd û Kongreya Netewî ya Kurdistanê de cih girt: "Di wan salan de me hewl dan doza azadiyê ya Kurdan li Ewropayê bidin naskirin. Ez û Şerîf Vanli em li gelek paytextên EwropaYê geriyan, me ji Sekreterê Neteweyên Yekbûyî yê wê demê outros Boutros-Ghalî soza hevdîtinê girtin û em çûn New Yorkê. Lê belê Ghalî saetek beriya hevdîtinê, ev hevdîtin betal kir. Li Vatîkanê em bi Papa Jan Poul ê 2. re rûniştin. Papa ji me re got, ewê ji bo Kurdan dûa bike. Dema em ji Vatîkanê derketin dûkelek bilind bû, me pirsîn; ji me re gotin dûaya wî ev e."
Di sala 2005'an de li ser daxwaza Serokkomarê Kurd ê Iraqê Celal Talabanî ku li Parîsê pê re hevdîtin kir, PênwecinÎ vegeriya Kurdistanê, li Silêmaniyê dijî û xwe weke "Dildarê şoreşa Bakur" bi nav dike. Pêncewinî di xebatên amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd de cih girt û ji bo pirsa me ya li ser girîngiya şoreşa Bakur vê bersivê dide: "Azadiya parçeyên din bi azadiya Bakur ve girêdayî ye. Bakur mifteya tevahiya Kurdistanê ye."