Çi bi 28.800 mîlyonê ji (DYÎM) re hat veqetandin hat?

Çi bi 28.800 mîlyonê ji (DYÎM) re hat veqetandin hat?

Di mehên buhrî de ji aliyê Wezareta Karên Diyanetê ve, di bin banê Walitiya Amedê de Midûriyeta Navenda Îhtîsas a Bilind a Olî ket meriyetê.
Di çarçoveya bernameya razemeniya 2012-2014’an de ji bo çêkirina Navenda Îhtîsasa Bilind a Olî 28.800 mîlyon ji TOKÎ’yê re hate veqetandin û 4.500 mîlyon TL jî avans hat dayîn. Tevî ku hat gotin wê înşaet di dawiya 2014’an de bê temamkirin jî ji bo navendê bi qanûna Şaredariya Bajarê Mezin re Avahiya Îdareya Taybet hat tehsîskirin. Lê pereyên ku ji bo înşaetê hatibû veqetandin aqubeta wê ne diyar e.

Di qanûna nû ya Wezareta Karên Diyanetê de ku hate guhertin li 8 herêmên cuda yên Tirkiyeyê rayeya avakirina ‘Navenda ‘Îhtîsasa Bilind a Olî’ dan serokatiyê.

Yek ji van navendan di 11’ê îlona 2014’an de di bin banê Walîtiya Amedê de ket xizmetê.

AVAHIYA ÎDAREYA TAYBET HAT TAHSÎSKIRIN

Di çarçoveya Qanûna Şaredariya Bajarê Mezin de ku îsal ket meriyetê, Îdareyên Taybet ên Navendî hatin girtin û avahiya wê ya li ser Rêya Elezîzê ji bo vê navendê hat tehsîskirin.Navendê bi 18 kesî dest bi perwerdeyê kir û dersên Erebî jî aliyê mamosteyekî Sudanî ve tê dayîn.

MGK’Ê BIRYAR DERXIST

Di meha Sibatê de di belgeya stratejiya têkoşîna bi terorê re, hat gotin ku li bajar motîfên olî bi bandor in û bi Serokatiya Karên Diyanetê re xebatek hevpar çêkirin. Di belgeyê de îfadeyên weke: “Oldar di teşekirinê de wê rolek aktîftir bilîzin. Ji bo jinan jî wê oldarên jin bên peywirdarkirin. Li vir li bajarên ku teror zêde ye, wê bên veqetandin û li gorî vê li saziyên navendî tedbîr bên girtin.

JI BO QEYMEQAMTÎ Û DIBISTANAN NIVÎS HAT ŞANDIN

Walîtiya Amedê di 2’ê Tebaxa 2014’an de di nivîsa xwe ya hejmar 54207647-493-15242  a bi îmzeya Cîgirê Walî Mehmet Yigît re ji bo 17 qeymeqamtiyên navçeyan şand de diyar kir ku Navenda Îhtîsasa Bilind a Olî ya Serokatiya Karê Diyanetê vebûye.

BOZDAG: ME 28.800 MÎLYON VEQETAND

Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu bi daxwaza ku Cîgirê Serokwezîr bersivê bide sala buhrî pêşnûmepirsek dabû Bekîr Bozdag.
Bekîr Bozdag di 2’ê Gulana 2013’an de bersiva nivîskî da û diyar kir ku ji bo çêkirina avahiya navendê  28.800 TL butçe veqetandine û bi TOKÎ’yê re li hevkirine. Her wiha diyar kiribû ku 4.500 mîlyon TL avans veqetandine û dê di 2013’an de jî dest bi înşaetê bikin.
Lê niha aqubeta pereyên ku hatibû veqetandin ne diyar e.