Çeteyên DAIŞ êrîşî Kobaniyên li Til Şeîr kirin
Çeteyên DAIŞ êrîşî Kobaniyên li Til Şeîr kirin
Çeteyên DAIŞ êrîşî Kobaniyên li Til Şeîr kirin
Çeteyên DAIŞ êrîşî Kobaniyên li nêzî gundê Til Şeîr kirin. Di encama gulebarana çeteyan de zarokek 11 salî û jinek birîndar bûn.
Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ îro saet 14.00’an bi çekan êrîşî Kobaniyên ku ji Kobanê koç kirine û derbasî Bakurê Kurdistanê nebûne li nêzî gundê Til Şeîr bicih bûne kirin. Nûçegihanê ANHA yê li herêmê diyar kir di encama gulebarana ji cihekî bilind ê gund de jina bi navê Leyla Mûrad a 34 salî ji milê xwe û kurê wê Îbrahîm Îsmaîl ê 11 salî jî ji lingê xwe birîndar bû. Mûrad û kurê wê yê 11 salî ji bo tedawiyê ji aliyê kesên derdorê ve birin nexweşxaneya li navenda Kobanê.