Çeteyên DAIŞ êrîşî gundê Etmanek kirin: kesek birîndar bû
Çeteyên DAIŞ êrîşî gundê Etmanek kirin: kesek birîndar bû
Çeteyên DAIŞ êrîşî gundê Etmanek kirin: kesek birîndar bû
Çeteyên DAIŞ ên li hember hêzên YPG/YPJ’ê darbeyên giran dixwin, êrîşên xwe yên li hember sivîlan didomînin. Çeteyên ku êrîşî gundê Etmanîk ê li ser sînor kirin ciwanekî ji Kobanê ji stûyê wî birîndar kirin.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, çeteyên DAIŞ saet 13.00’an gundê Etmanîk ê girêdayî Pirsûsê gulebaran kirin. Ciwanê 23 salî yê bi navê Ehmed Kalo di encama gulebaranê de ji stûyê xwe birîndar bû. Kalo bi ambulansê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Piştî mudaxeleya yekemîn Kalo sewqî Nexweşxaneya Mehmet Akîh Înan a Riha hat kirin.
GULEBARAN KIRIN
Xizmê kalo Alî Kaya wiha behsa bûyerê kir: "Em li bexçeyê malê rûniştîbûn. Me şer û pevçûn dişopandin. Divê kêliyê de bi awayekî zêde gulebaran kirin me xwe tewand. Di vê kêliyê de Ehmed Kalo rabû ser piyan dema rabû gule lêket."