Çeteyên DAIŞ'ê li ser sînor Necîp Reşad Seydî yê ji Kobanê qetil kirin
Çeteyên DAIŞ'ê li ser sînor Necîp Reşad Seydî yê ji Kobanê qetil kirin
Çeteyên DAIŞ'ê li ser sînor Necîp Reşad Seydî yê ji Kobanê qetil kirin
Di encama gulereşandina çeteyên DAIŞ'ê de, welatiyê ji Kobanê yê bi navê Necîp Reşad Seydî yê li herêma navberê ya li ser sînor li cem wesayîtên xwe disekinî, jiyana xwe ji dest da.
Çeteyên DAIŞ'ê yên ku ev 50 roj in li berxwedaneke tund a YPG/YPJ'ê rast tên, sivîlan qetil dikin. Welatiyê ji Kobanê yê bi navê Necîp Reşad Seydî (32) ê li herêma navberê ya li nêzî gundê Siwêdê yê Pirsûsê li ber wesayîtan disekinî, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat qetilkirin.
CENAZE LI QEREQOLÊ YE
Hat ragihandin ku cenazeyê Ehmed rakirin Qereqola Sînor a Karaca. Qeymeqamê Pirsûsê Abdûllah Çîftçî li Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan geriya û diyar kir ku cenazeyê welatiyê jiyana xwe ji dest da, li Qereqola Sînor a Karaca ye.
Ji bo wergirtina cenazeyê welatiyê ji Kobanê, ji Pirsûsê wesayîta cenaze hat şandin û hat hînbûn ku li herêma mijara gotinê şer derneketiye û çeteyên DAIŞ'ê welatiyê li ber wesayîtan nîşan girtiye û gule berdanê.
ÎDÎAYA 'LEŞKERAN EW BI BIRÎNDARÎ 2 SAETAN SEKINAND'
Li gorî şahidên bûyerê, Seydî yê ji gundê Jibilfereç ê Kobanê dema diçû cem wesayîta xwe ya li herêma navberê, bûyer hedefa çeteyên DAIŞ'ê. Şahidan dan zanîn ku leşkerên Tirk bi qasî 2 saetan nehiştine Seydî yê birîndar sînor derbas bike û ji ber xwîn jê çûye jiyana xwe ji dest daye, piştre jî cenazeyê wî anîne qereqolê.