Çeteyan li Kobanê sivîlek din qetil kir

Çeteyan li Kobanê sivîlek din qetil kir

Ji êvarê ve li her sê eniyên Kobanê bi taybet li eniya rojhilat şer û pevçunên dijwar rû dinin. Çeteyên DAIŞ’ê îşev saet di 19.00’de bajarê Kobanê bi çekên giran û hawanan topbaran kir. Di encama topbaranê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ku ji êvarê ve li her sê eniyên Kobanê şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû dinin. Hat ragihandin ku şer bi taybet li eniya rojhilat pir dijwar bûye.

Her wiha çeteyên DAIŞ’ê saet di 19.00’de navenda bajarê Kobanê bi topên hewanan topbaran kir. Di encama topbarana çeteyan de welatiyê bi navê Mihemed Hemê yê 44 salî jiyana xwe ji dest da. 

Hat zanîn ku Mihemed Hemê, ji gundê Îwana Jorîn a rojhilatê Kobanê ye.  Hate diyarkirin ku vê gavê li her sê eniyên Kobanê û bi taybet li rojhilat şer û pevçûnên giran hê jî bi hemû dijwariya xwe berdewam dikin.