'Cerdevanê bû sedema şehadeta Arjîn Garzan û 15 gerîlayan hat cezakirin'
'Cerdevanê bû sedema şehadeta Arjîn Garzan û 15 gerîlayan hat cezakirin'
'Cerdevanê bû sedema şehadeta Arjîn Garzan û 15 gerîlayan hat cezakirin'
Fermandariya Eyaleta Xerzan a HPG’ê diyar kir ku cerdevanê ku bûye sedema qetilkirina Arjîn Garzan û 15 gerîlayên YJA-Star‘ê hatiye cezakirin.
Fermandariya Eyaleta Xerzan a HPG daxuyaniyek niviskî weşand û destnîşan kir ku cerdevanê bi navê Nîhat Çaprak ê 24'ê Adara 2012'an bû sedema qetilkirina fermandar Arjîn Garzan (Leyla Altan) û 15 gerîlayên YJA Star'ê hat cezakirin.
Daxuyaniya Fermandariya Eyaleta Xerzan a HPG’ê wiha ye: “Cerdevanê bi navê Nîhat Çaprak ê di 24’ê Adara 2012’an de bûye sedema qetilkirina 15 rêhevalên me yên jin ê di bin fermandariya hevala me Arjîn Garzan (Leyla Altan) piştê vê bûyerê jî ji bo darbeyan li hêzên me yên gerîlla bide xebatên xwe yên kemîn dayinê û hwd dewam kiriye, Ji ber wê hêzên me 26’ê Cotmehê (duh) li ser rêya Tetwan-Xîzan ew kes ceza kirine.”