Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Nekuş û Cîhangir hatin wergirtin

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Nekuş û Cîhangir hatin wergirtin

Malbatên gerîlayên HPG'ê Umît Nekuş (Baran Ararat) û Hamît Cîhangîrî (Şervan Şaho) ku ji aliyê tîmên taybet ên artêşa Tirk ve li Qaqizmanê hatin înfazkirin ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe hatin Saziya Tiba Edlî ya Erziromê. Malbatan piştî zordariyeke mezin cenazeyên zarokên xwe wergirtin.

Li Qaqizmana Qersê di 23'yê Cotmehê de 3 gerîlayên HPG'ê ku ketin kemîna tîmên taybet, hatin înfazkirin. Malbatên gerîlayên HPG'ê Umit Nekuş (Baran Ararat) û Hamît Cîhangîrî (Şervan Şaho) ku ji cenazeyên zarokên xwe wergirin hatin Saziya Tiba Edlî ya Erziromê bi hinceta "Em li benda dozger in" malbatê gerîlayan bi seatan li ber sermayê hatin rawestandin. Piştî hewldanên nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî cenazeyên radestî malbatan hatin kirin. Piştî wergirtina cenazeyê Nekuş ji bo definkirinê ber bi Bazîda Agiriyê ve hat birêkirin. Cenazeyê Cîhangîrî jî ji bo li rojhilat bê definkirin ber bi Gevera Colemêrgê ve hat rêkirin.

Bavê Nekuş Abdurrahman Nekuş got ku kurê wî şehîdê hemû Kurdistanê ye û wiha axivî: "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin. Bila serê Rêber Apo sax be. Bila serê gerîlayan sax be. Serê hemû gelê Kurdistanê sax be. Em serbilind in."

Gerîlayê HPG'ê Habîp Koç (Tufan Tendurek) ku di heman bûyerê de hat înfazkirin li Ebexa Wanê bi merasîmekê hatibû definkirin.