Cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ'ê anîn Amedê
Cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ'ê anîn Amedê
Cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ'ê anîn Amedê
Cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ’ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan piştî karûbarên otopsî yên li Riha bi konvoyeke ji sedan wesayîtan anîn Amedê.
Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê yên di şerê li Kobanê li hember çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest dan piştî karûbarên otopsiyê yên li Saziya Tiba Edlî ya Riha anîn Amedê. Cenazeyên Metîn Arcaguk (Zerdeşt Taylan) (22), Mehmet Tekîn (Argêş Marînos) (18), Şevîn Human (Dîcle Amed) (22) û Necdet Konîş (Ciwan Dêrsim) bi konvoyeke ji sedan wesayîtan ku anîn Amedê di nav wan de rêveberên MEYA-DER, Dayikên Aştiyê û DBP jî ku hebûn ji aliyê bi sedan welatiyan ve li Ava Petrol bi dirûşmên, "Wê Kurdistan ji DAIŞ re bibe gor", "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin. Dîsa ku cenaze bi konvoyekek ji sedan wesayîtan anîn Goristana Yenîkoy welatî ji wesayîtên xwe daketin û meşiyan. Cenaze li goristanê di nav wan de Parlamentera Amedê Nursel Aydogan, hevşaredarên Sûr, Peyas, Rezan jî ku hebûn ji aliyê sedan welatiyan ve bi dirûşmên, “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Kobanê” hatin pêşwazîkirin.
Ji cenazayên şervanên YPG û YPJ’ê yên li morga Goristana Yenîkoy wecibeyên wan ên olî hatin bicihanîn, cenazeyê şervanê YPG'ê Metîn Arcagok (Zerdeşt Taylan) (22) û şervana YPJ'ê Şevîn Human (Dîcle Amed) (22) wê bişînin Licê, cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmet Tekîn (Argêş Marînos) (18) wê bişînin Colemêrgê û cenazeyê şervanê YPG’ê Necdet Konîş (Ciwan Dêrsim) jî wê bişînin navçeya Eruh a Sêrtê.