Cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ anîn Amed

Cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ anîn Amed

Cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ'ê ku di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan anîn Amedê.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Îbrahîm Erbay (Yilmaz Eruh), Murat Kaysi (Demhat Şoreş) Mazlum Tograp (Mazlum Batman) û şervana YPJ'ê Tugba Karayel (Vejîn Koçer) ku di şerê 22'yê cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, ji hêla malbatên wan ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ve hatin wergirtin.

Bi sedan welatî cenazeyên her çar şervanan bi tilîlî û gotina dirûşman ber bi Amedê ve bi rê kirin. Cenazeyên şervanan li Amedê bi gotina dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Şehîd namirin" û "Kurdistan ji DAIŞ'ê re bibe goristan" hatin pêşwazîkirin û birin morga Goristana Yenîkoyê. Cenazeyên şervanan di seatên serê sibê de ji morgê b^ne wergirtin û ji bo definkirinê ber bi bajarên wan ve bên şandin.

Cenazeyê Erbay wê bibin Dihê, yê Kaysi navenda Sêrtê, Torap û Karayel jî bibin Êlihê.