Cenazeyên 4 şervanên YPG û YPJ’ê anîn Amedê

Cenazeyên 4 şervanên YPG û YPJ’ê anîn Amedê

Cenazeyên 4 şervanên YPG/YPJ'ê ku di şerê li hemberî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan anîn Amedê.

Şervanên YPG'ê Îbrahîm Erbay (Yilmaz Eruh), Murat Kaysi (Demhat Şoreş) Mazlum Tograp (Mazlum Batman) û şervana YPJ'ê Tugba Karayel (Vejîn Koçer) ku di şerê 22'yê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan ji hêla malbatên wan ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ve hatin wergirtin. Bi sedan welatî cenazeyên her çar şervanan bi tilîlî û dirûşmayan ber bi Amedê ve bi rê kirin. Cenazeyên şervanan li Amedê bi dirûşmayên, "Bijî berxwedana Kobanê", "Şehîd namirin" û "Kurdistan ji DAIŞ'ê re bibe goristan" hatin pêşwazîkirin û birin morga Goristana Yenîkoyê. Cenazeyên şervanan di seatên serê sibê de ji morgê hatin wergirtin û ji bo definkirinê ber bi bajarên wan ve dê bên şandin.

 

Cenazeyê Erbay bibin Dihê, yê Kaysi navenda Sêrtê, Torap û Karayel jî bibin Êlihê.