Cenazeyê Şêrîna 10 salî spartin axê

Cenazeyê Şêrîna 10 salî spartin axê

Cenazeyê zaroka 10 salî Şêrîn Teqreq ku di encama topbarana çeteyên El-Nusra de jiyana xwe ji dest da hate defnkirin.

Zaroka bi navê Şêrîn Teqreq a 10 salî ku di 22’ê Tîrmehê de di encama topbarana çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/ Eniya El-Nusra de birîndar bibû, tevî hemû hewldanan duh li Nexweşxaneya Qamişlo jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Şêrîn îro di saetên piştî nîvro de ji aliyê bi dehan kesî ve li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li Gundê Berkevirê hate defnkirin.

Welatiyan cenazeyê Şêrîna 10 salî ji Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li Gundê Berkevirê bi rê kirin. Li vir cenazeyê Şêrîn Teqreq li kêleka xwîşka wê Nalîn Teqreq hate defnkirin.

XWÎŞKA WÊ JÎ QETILKIRIN

Di 22’ê Tîrmehê de çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/ Eniya El-Nusra bajarê Serêkaniyê topbaran kiribû. Di êrîşê de topek li nêzî Mizgefta Hecr a li ser rêya Hesekê ketibû û di encam de zaroka 11 salî Nalîn Teqreq jiyana xwe ji dest da û xwîşka wê Şêrîn Teqreq û 2 zarokên din birîndar bibûn.