Cenazeyê Kef anîn Rihayê
Cenazeyê Kef anîn Rihayê
Cenazeyê Kef anîn Rihayê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Emre Kef (Zafer Hawîn) ê di şerê li Kobanê de jiyana xwe ji dest da, anîn Rihayê.
Cenazeyê Emre Kef ê 20 salî yê di şerê li Kantona Kobanê de jiyana xwe ji dest da, îro danê sibê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ji aliyê MEYA-DER'ê ve hat wergirtin û birin Rihayê. Cenazeyê Kef ji bo otopsiyê anîn Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û wê piştî otopsiyê ji warê wî navçeya Wan Qelqeliyê re bê şandin.