Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Koç li Ebexê hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Koç li Ebexê hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Habîb Koç ê li Qaqizmanê di nava wesayîtê de bi 2 hevalên xwe re ji aliyê tîmên taybet ve hatin înfazkirin li navçeya Ebexê hate definkirin.

Cenazeyê Habîb Koç (Tufan Tendurek) ê gerîlayê HPG’ê yê li navçeya Qaqizmanê ya Qersê di 23’yê Cotmehê de li ser rêya Erziromê ji aliyê tîmên taybet ve di nava wesayîtê de bi 2 hevalên xwe re hate înfazkirin li navçeya Ebexê ya Wanê hate definkirin. Cenazeyê Koç duh bi şev ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Erziromê hate wergirtin û serê sibehê anîn Ebexê. Cenaze li Ebexê ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin. Li navçeya ku esnafan derebeyên dikanên xwe venekirin de tîmên taybet û polîsên çewîk bi çekên giran li hin nuqteyan bi cih bûne.

Cenazeyê Koç bi konvoyê anîn mala wî ya li Taxa Fatîh li vir bi meşê birin Goristana Navendî ya Ebexê. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Rêheval Habîb bê mirin e” hatin berzkirin. Hevşaredarên Ebexê, rêveberên HDP û DBP’ê yê navçeyê, endamên MEYA-DER’ê û bi sedan welatî tevlî meşê bûn. Li goristanê piştî wecîbeyên olî hatin bicihanîn, li cem gorên PKK’iyên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, hate definkirin.

Piştî cenaze hate definkirin birayê Koç, Îbrahîm Koç axivî û wiha got: “Îro birayê min Habîb ên em dispêrin axê tenê birayê min nîn e, birayê we hemûyan e. Birayê min xwe di vê rêyê de feda kir. Bila serê hemû Kurdistanê sax be.”

Piştre Serokê DBP’ê yê Ebexê Abbas Atak axivî û diyar kir ku ciwanên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest didin rûmeta gelê Kurd in.

Piştî axaftinan welatiyên tevlî merasîma cenaze bûn bi girseyî çûn konê sersaxiyê.