Cenazeyê endamê DBK Îsa Huso rakirin mizgeftê

Cenazeyê endamê DBK Îsa Huso rakirin mizgeftê

Cenazeyê Endamê Komîteya Dîplomasî ya Desteya Bilind a Kurd û Endamê Dîwana Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û TEV-DEM’ê Îsa Huso ku di encama êrîşek bombeyî de jiyana xwe ji dest da, rakirina Mizgefta Qasimo.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Îsa Husa dema ku îro serê sibehê li derdora 06.00’an de ji mala xwe ya li Taxa Kornîş a bajarê Qamişlo derket û ji bo ku biçe karê xwe li wesayîta xwe siwar bû, teqîn pêk hat. Di encama teqînê de wesayît hilweşiya û Huso jî jiyana xwe ji dest da. Di dema teqînê de jinek ku wê demê di wir de derbaz dibû û navê wê nehat hînbûn jî birîndar bû.

Hate hînbûn ku, li bin wesayîta Huso bombe hatiye bicîhkirin û dema wesayît nêzî 3 metreyan ji malê dûr ketiye, ji dûr ve hatiye teqandin.

Piştî teqînê hêzên Asayîşê hatin cihê bûyerê û tedbîrên berfireh girtin. Her wiha li cihê teqînê lêkolîn hate destpêkirin.

Piştî lêkolînên li cihê bûyerê cenazeyê Îsa Huso rakirina Mizgefta Qasimo ya li Taxa Xerbî. Piştî agahiya êrîşê hate bihîstin, bi dehan welatiyan berê xwe dan Mizgefta Qasimo. Cenazeyê Huso wê di demjimêr 17.00 de li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bê definkirin.