Cenazeyê Baba ya YPJ'yî ber bi Sêrtê ve hat şandin
Cenazeyê Baba ya YPJ'yî ber bi Sêrtê ve hat şandin
Cenazeyê Baba ya YPJ'yî ber bi Sêrtê ve hat şandin
Şervana YPJ'ê Cennet Baba (Gulçîn Sêrt) a li Kobanê di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û ji bo were dermankirin anîn Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Baba ji morga nexweşxaneyê hat wergirtin û ji bo bê veşartin ji warê wê Sêrtê ve hat şandin.
Şervana YPJ'ê Cennet Baba (Gulçîn Sêrt) a di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de roja 26'ê Cotmehê bi giranî birîndar bû, ji sînor hat derbaskirin û piştî mudaxleya destpêkê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hat kirin. Li gel hemû hewldanan Baba nehat rizgarkirin û duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Baba îro ji aliyê malbata wê, rêveberên DBP'yî, endamên MEYA-DER û komeke girseyî îro ji morga nexweşxaneyê hat girtin û ji bo were veşartin ber bi warê wê Sêrtê ve hat birêkirin.
Hat ragihandin ku cenazeyê Baba wê li Goristana Şêx Mûsa ya li taxa Doganê bê veşartin.