Cenazeyê 3 şervanên YPG/YPJ anîn Rihayê

Cenazeyê 3 şervanên YPG/YPJ anîn Rihayê

Cenazeyê 3 şervanên YPG û YPJ’ê ku  li Kobanê jiyana xwe ji dest dabûn anîn  Rihayê.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Abdulazîz Orselendî (Agir Amed) (25), şervana YPJ’ê Hulya Keser (Nûda Agir) (25) û şervanê YPG’ê Serdar Îpek (Agir Sîpan) (20) ji aliyê Meyaderê ve ji deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hate girtin û birin Rihayê.

Cenazeyê her sê şervanên YPG-YPJ’ê ji bo kar û barên otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û piştî vê dê cenazeyê Orselen bibin Amedê, yê Keser bibin Bedlîsê, yê Îpek jî bibin Westan a Wanê.