Çekdarên El-Nusra êrîşî xeta elektirîkê kirin
Çekdarên El-Nusra êrîşî xeta elektirîkê kirin
Çekdarên El-Nusra êrîşî xeta elektirîkê kirin
Çekdarên dewleta Îslamê ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra xeta ceyranê ya Siwêdiyê-Qamişlo 230 K.F kirin hedef û di encamê de burcek ceyranê hate ruxandin.
Hat ragihandin ku çekdarên Dewlata Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra bi topan êrîşî burca ceyranê ya Siwêdiyê-Qamişlo 230 K.F kirin û di encamê de burcek hate hilweşandin û ceyran li ser Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Til Ehmed û Nestel qut bû.
Hat hînbûn, ku niha xebatkarên ceyranê xeta Siwêdiyê, Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo ya 66 K.F bi awayekî demî bikartînin û ceyrana wan herêma çêkirine.
Li gorî agahiyan, xebatkarên temîrkirina xeta ceyranê xwe amadekirine, lê ji ber rewşa ewlekariyê nikarin xeta 230 K.F temîr bikin.