Cegerxwîn di 33. salvegera wefata xwe de hat bibîranîn
Cegerxwîn di 33. salvegera wefata xwe de hat bibîranîn
Cegerxwîn di 33. salvegera wefata xwe de hat bibîranîn
Helbestvanê navdar ê Kurd Cegerxwîn di 33’yemîn salvegera wefata xwe de hat bibîranîn. Di şevbêrka ji aliyê Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê ve hat lidarxistin axaftinên têkildarî jiyana têkoşînê ya Cegerxwîn, kesayet, rola berhemên wî yên di pêşketina çand û wêjeya Kurd de hatin kirin.
Bi armanca bîranîna 33’yemîn salvegera koça dawî ya nîviskarê Kurd seydayê nemir Cegerxwîn, Partiya Çep a Demoratîk a Kurd li Sûriye şevê din li salona Celadet Bedirxan a Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo şevbêrkek çandî organîze kir.
Di şevbêrkê de sekretêrê Partiyê Salih Gedo, helbestvan, rewşenbîr û bi dehan welatî amade bûn.
Şevbêrk bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Konê Reş, Xalib Derwîş û Deham Hesen der barê kesayeta Seyda Cegerxwîn, têkoşîn û berhemên wî di pêşxistin û nûkirina çanda Kurdî de axivîn û dane zanîn ku Cegerxwîn di pirtûkên xwe yên Kurdî de çanda gelê xwe li cîhanê belav kir.
Helbestvan Deham Hesen di axaftina xwe de bal kişand ser astengiyên ku Cegerxwîn di belavkirina çanda Kurdî de dikişand û da zanîn ku Cegerxwîn di civaka xwe de kesayeteke bi hurmet û rêzdar bû.
Di şevbêrkê de her wiha sekretêrê partiyê Salih Gedo axivî û bal kişand ser rola têkoşînên wekî seydayê nemir Cegerxwîn di vejandina çanda Kurdî de.
Di dawiya şevbêrkê de kesayetê neteweyî Salih Silo ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê kantona Cizîrê Salih Gedo ve hate xelatkirin